Kanada: Nabe Tirkiye çekên me ji bo karên xirab bikar bîne

Kanada: Nabe Tirkiye çekên me ji bo karên xirab bikar bîne

Wezîrê Derve yê Kanada François-Philippe Champagne dibêje, "Heger em bizanin çekên ku me firotine Tirkiye dibin sebeba binpêkirina mafê mirovan, em dê destûra firotina çekan rawestînin."

A+A-

Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Peşinyan ji medyaya Kanada re gotibû, "Divê hevpeymanên Tirkiye yên di nav NATO'yê de bêjin ka çima F-16'yên tirkan Qerebaxê bombenaran dikin û sivîlan dikûjin." 

Her wiha Peşînyan gotibû, "Terorîstên ku ji Rojhilata Navîn di bin serweriya Tirkiyeyê de anîne, li aliyê Azarbaycanê li dijî me şer dikin."

Wezîrê Derve yê Kanadayê Champagne ji Canadian Press re dibêje, "Min yekser ferman da berpirsên me da ku van îdîayan lêkolîn bikin. Heger em bizanin çek ji bo kedên xirab tên bikaranîn em ê destûra firotinê rawestînin an jî betal bikin."
 

Her wiha Champange got, "Em çekên xwe li gor standardên bilind difiroşin. Em bi peymana firotina çekan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ve girêdayî ne. Min li gel hinek aliyên behsa van îdîayan dikin axaft. Ez dilgiranî û endişeya wan bi cidî werdigrim."

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin