Kampanyayek Bo Xwendina Bi Zimanê Kurdî: Ziman Hêlîn E

Kampanyayek Bo Xwendina Bi Zimanê Kurdî: Ziman Hêlîn E

Ligel destpêkirina sala nû ya xwendinê li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, daxwaz û nerazîbûna bo xwendina ‎bi zimanê Kurdî bûye mijar û kampanyayek bo xwendina bi zimanê Kurdî hat ragihandin

A+A-

Ligel destpêkirina sala nû ya xwendinê li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, daxwaz û nerazîbûna bo xwendina bi zimanê Kurdî bûye mijar û kampanyayek bo xwendina bi zimanê Kurdî hat ragihandin

Nûnertiya Înîsiyatîfa Heq li Ameda Bakurê Kurdistanê kampanyayek bi navê “Ziman Hêlîn e” da destpêkirin.

Derbarê vê yekê de Nûnerê Înîsiyatîfa Heq Reha Ruhavioglu dibêje:"Li gor lêkolînên me ciwan kêmtir zimanê Kurdî dizanin û bikartînin. Nifş li pey nifş zanîn û bikaranîna zimanê Kurdî kêm dibe. Kurdên Bakurê Kurdistanê ji zimanê xwe hez dikin, lê bikarnayînin. Ji sedî 10ê ciwanan nûçeyan bi zimanê Kurdî dixwînin û ji sedî 15ê wan bi Kurdî diaxifin."

Reha Ruhavioglu diyar kir ku li gor daneyên berdest wan biryar da kampanyayekê rabighînin û heta 21ê Îlonê berdewam dibe.

Ruhavioglu diyar kir ku ew Kurdan han didin ku zimanê Kurdî bikarbînin û du peyamên wan hene: “Yekem ji dewletê re dibêjin astengên li ber bikaranîna zimanê Kurdî rake. Duyem jî ji Kurdan re jî dibêjin zimanê xwe bikar bînin û zarokên xwe fêrî Kurdî bikin.”

Herwiha Navenda Lêkolîna Rawestê rapirsiyek li bajarên Amed, Mêrdîn, Wan û Rihayê kiriye û bi awayê rûbirû pirsyar ji 600 welatiyan hatiye kirin ku temenê wan di navbera 18-30 salan de bûye. Encam bi vî awayî ne:

Ji sedî 39ê beşdariyan dibêje her kesek dikare bi zimanê xwe yê dayîkê bixwîne, ji sedî 45 dibêje divê zimanê perwerdeyê hem bi Tirkî û hem bi Kurdî be, ji sedî 13 dibêje divê zimanê perwerdeyê bi Tirkî be û zimanê dayîkê cuda bê xwendin û ji sedî 3 jî dibêje divê zimanê perwerdeyê bi Tirkî be, pêdivî bi xwendina bi zimanê dayîkê nake.

Ligel ku çendîn sal e komele û rêxistinên taybet bi zimanê Kurdî daxwazê ji dewleta Tirkiyê dikin daku zimanê Kurdî jî bibe fermî û bê xwendin, lê heta niha jî daxwaza wan nehatiye cîbicîhkirin û îsal jî Sala Perwerde û Fêrkariyê ya 2019-2020an her bi heman awayî destpê kir.

 

1-032.jpg

2-052.jpg

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin