Kampa Kurdên Êzidî ya li Midyadê tê valakirin

Kampa Kurdên Êzidî ya li Midyadê tê valakirin

Kampa koçberan a li Midyadê tê valakirin, ku Kurdên Êzidî lê dimînin. Hat ragihandin ku heta meha Îlonê kampa koçberan a li qezaya Midyada ser bi parêzgeha Mêrdîna Bakurê Kurdistanê ve tê valakirin.

A+A-

Rêveberiya Giştî ya Koçê ya Tirkiyê 1ê Tebaxê ragihandibû, ku pênc navendên demkî yên koçberên Sûrî yên li bajarên Dîlok, Semsûr û Mêrdînê yên Bakurê Kurdistanê tên girtin û 34 hezar û 180 koçber li kampên ser sînor tên bicîh kirin.

 

Li gor medyaya Tirkiyê, piştî vê biryarê aliyên peywendîdar koçberên Kurd ên Êzidî agahdar kirine ku amade bin ji ber heta meha Îlonê kampa Midyadê tê girtin. Kurdên Êzidî jî naxwazin biçin kampên din.

 

Kurdên Êzidî yên ku koçberî Bakurê Kurdistanê bûbûn, heta demeke dirêj li Amedê diman, lê piştî qeyûman alîkarî ji ser wan qutkir bêyî xwesteka xwe neçar man biçin kampa Midyadê û niha jî ji wê derê tên derxistin û nayê zanîn ka bo çi cih an kampekê tên veguhestin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin