Kamîran Haco: Li Rojava danûstaninên cidî di demeke nêzîk de dest pê dikin

Kamîran Haco: Li Rojava danûstaninên cidî di demeke nêzîk de dest pê dikin

Kamîran Haco dîyar kir ku li Rojavayê Kurdistanê weke ENKS heta niha ji bo hevnêzîkbûna alîyên Kurdî, hevdîtinên wan bi Hêzên Sûrîye Demokratîk (HSD) re çêbûne

A+A-

Navenda Nûçeyan- Serokê Komîteya Pêwendîyên Derve ya Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûrîyê (ENKS) Kamîran Haco derbarê destpêşxerîyên ji bo nêzîkirina alîyên Kurdî de ragihand, ku her çend nêrînên wan ji hev cudabin û nakokîyên sîyasî jî hebin, ew li hemberî danûstaninên sîyasî nabe astengî û ew di wê bawerîyê de ye, ku di demeke nêzîk de danûstanên  cidî dê di navbera alîyên sîyasê de dest pê bike.

Serokê Komîteya Pêwendîyên Derve ya ENKSê Kamîran Haco ku di heman demê de yek ji wan 15 kesên endamên Komîteya Destûra Sûrîyê ye, bû mêvanî birgeya Taştê ya bernameya “Nûroja Dostan” a Rûdawê û bersîva pirsên bêjara Rûdawê Hêvîdar Zana yên derbarê  ji hevnêzîkirina alîyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê û geşedanên herî dawî li herêmê de da.

Kamîran Haco dîyar kir ku li Rojavayê Kurdistanê weke ENKS heta niha ji bo hevnêzîkbûna alîyên Kurdî, hevdîtinên wan bi Hêzên Sûrîye Demokratîk (HSD) re çêbûne û got: “Heta niha çend hevdîtinên me bi HSDê re çêbûne. Piştî ku Fermandeyê Giştî yê HSDê Mazlûm Kobanî, destpêşxerîya ji bo nêzîkirina alîyên Kurdî ragihand, danûstandinên me weke destpêk ligel wê çêbûn. Me di destpêkê de digot bila hinek bawerî ava bibe û herçend bi temamî nebî jî ew di rêya rast de ne û gavên baş hatine avêtin.”

“Hewldanên ji bo hevnêzîkirina alîyên Kurdî di rêyeke rast de ne”

Derbarê hevdîtinên bi alîyên sîyasî re de Kamîran Haco da zanîn ku heta niha ti danûstandinên wan bi alîyên sîyasî re çênebûye û lê armanca wan a sereke ew e ku danûstandinên sîyasî destpê bikin û niha ew bi giştî ji bo nêzîkirina hev di rêyeke rast de ne û derbarê vê mijarê de jî dibêje: “Eger em bixwazin bigehejin encameke baş, divê danûstandinên di asta sîyasî de bi kûrahî destpê bikin û mijarên weke leşkerî, aborî, sîyasî û rêveberîyê lixwe bigirin. Pêwîst e em derbasî mijarên kûrtir bibin.”

Haco anî ziman ku çarenivîsa kesên wenda bi temamî hêj nehatîye zelalkirin û wiha domand: “Carnan hinek spekulasyon belav dibin ku dibêjin hinek alî nahêlin danûstaninên sîyasî dest pê bikin û alîyên Kurd nêzîkî hev bibin, lê rastîya wê wisa nîne. Mijara çarenivîsa kesên wenda bi temamî çareser nebûye. Em di wê bawerîyê de ne ku ji bo dilxweşîya kesûkarên kesên wenda, divê hinek kesên serbixwejî di nav komîteya ji bo lêkolînan de hebin. Bila çarenivîsa wan bê çareserkirin. Divê niha Kurd xwe ji rewşê re amade bikin, eger belav bibin ew dê ne di berjewendîyê Kurdan de be.”

“ENKS ji bo danûstaninên cidî amade ye”

Serokê Komîteya Pêwendîyên Derve ya ENKSê herwiha destnîşan kir ku herçend nêrîn, sîyaset û helwestên wan ligel alîyê Rêvberîya Xweser ji hev cuda bin jî, lê ew niha van meseleyan weke nakokî nabînin ji bo hevnêzîkirina Kurdan û ew amade ne ji bo danûstandinên cidî bêne kirin û ew di wê bawerîyê de ku di demeke nêzîk de li Rojavayê Kurdistanê di navbera alîyên sîyasî de dê danûstaninên cidî dest pê bikin.

Bi gotina Kamîran Haco sîyaseta Amerîka û Rûsyayê li Sûrîyê ji hev cuda ne, Rûsya dixwaze her alî nêzîkî hikûmeta Sûrîyê bibin û ligel wê danûstandinan bike, lê Amerîka berewajoyê nerazî ya danûstandin ligel alîyê Şamê re bêne kirin û ev yek çend caran ji HSDê re jî gotîye. Derbrê vê yekê Haco wiha axivî: “Li herêmê nakokîyên Amerîka û Îranê hene. Kurd ji dewletên mezin re li herêmê dibin faktereke girîng. Hevdîtina Trump a li Davosê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamekê bû ku ji Rûsyayê re peywendîyên dostane ligel Kurdan dane. Rast e niha Rûsya weke nêzîkî rejîmê tê dîtin, lê em dibînin ku car caran nakokîyên wê ligel Îranê çêdibin û em bi zelalî nizanin heta çi astê dê ligel rejîmê bin. Herwiha nakokîyên Amerîka û Rûsyayê li herêmê kûrtir dibin, bêguman ev yek dê bandorê li me jî û Sûrîyê jî bike.”

“Divê Kurdan projeyeke hevbeş hebin”

Haco tekez dike ku divê berî her tiştê Kurd di navbera xwe de li ser projeyekê li hev bikin û piştre hewl bidin ka bikarin wê projeya xwe li kîjan alîyan bide qebûlkirin û xwe nêzîkî kîjan alî bike dê di berjwendîyên wan de be û got: “Em niha di nav dijbereya Sûrîyê de ne. Em bin kî be û her li kuderê bin, divê em berjewendîyên Kurdan biparêzin. Eger berjwendîyên Kurdan bixwaze em herin kuderê divê wê demê em li ser wê yekê bifikirin. Berjewndîya gelê me li kuderê be, em dê herin wê derê.”

Li ser mijara beşdarkirina alîyên sîyasî yên Rojavayê Kurdistanê ji bo danûstandinên navnetewî, Kamîran Haco da zanîn ku Amerîka û Fransa dixwazin piştî li hevkirina alîyên Kurdî ew jî weke alîyên sîyasî beşdarî danûstandinên sîyasî bibin.

“Mafê Kurdan dê destûra nû de hebin”

Derbarê nivîsandina destûra nû ya Sûrîyê de jî Haco ku bixwe jî endamê komîteya nivîsandina destûrê ye, dîyar kir ku heta niha ti gavên cidî nehatine avêtin û got: “Rejîm dizane eger destûr were guhertin û destûreke nû a demokratîk were nivîsandin hebûna wê dikev metirsîyê, lewma naxwaze destûreke nû were amadekirin, tenê dixwaze hinek xalên destûra niha heye bêne sererastkirin.

Ji alîyê Kurdan ve jî tiştê girîng ji hejmara beşdarîyan girîngtirîn ew e ku alîyên destê wan di amadekirina destûrê de hene piştevanîya Kurdan bike, çimkî ev destûra niha bê amadekirin jî dê bi çend qonaxan re were derbaskirin. Ew tenê dikarin fişarekê bikin. Ji bo erêkirina her xalê pêwîstî ji 150 dengan bi 113 dengan heye. Di nav opozisyonê de jî gelek alî hene û hemû weke hev nafikirin. Hemû alîyên opozisyonê naxwazin Kurd bigehejin mafên xwe, lê me li ser wê yekê rêkevtin îmze kirîye ku di destûra nû de mafê netewî û sîyasî yê Kurdan bêne naskirin. Di vê destûra nû de tekez dê mafê Kurdan hebe, lê em nizanin dê heta çi astê de hebe. Minak em dibêjin bila sistemeke federal be, lê gelo ew dê were qebûlkirin û eger neyê qebûlkirin em dê çibikin em vê yekê dinerxînin. ”

Rûdaw

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin