Kalın: Bi fermana Erdoğanî, piştî MGKyê Akar û Fidan çûn Rûsyayê

Kalın: Bi fermana Erdoğanî, piştî MGKyê Akar û Fidan çûn Rûsyayê

Berdevkê Serokomariya Tirkiyeyê İbrahim Kalın li ser peyama Amerîkayê ku got artêşa YPG tune ye, "Em pêvajoyê ji nêz ve dişopînin" û got, Kalin diyar kir ku piştî serdana Akar a Moskowayê “dê tablo zelaltir bibe.”

A+A-

Ibrahim Kalin li ser serdana Sererkanê Tirkiyeyê Hulusi Akar û Musteşarê Îstîxbarata Milî (MÎT) Hakan Fidan bo Moskowayê got, General Akar û Fidan bi hevkarên xwe yên rûsî re hevdîtinan pêk tînin."

 

Kalin da zanîn ku Tirkiye ji bo ewlekariyê dê gavên pêwist bêne avêtin û wiha berdewam kir, "Gavên ku Tirkiye dê bivaje ne li hember kurdên Sûriyeyê ne. PYD/YPG li Sûriyeyê kurdan temsil nake.

‘PIŞTÎ GOTÛBÊJÊN ÎRO DÊ TABLO ZELALTIR BIBE'

"Kalin, "Mijara Efrînê doh li MGKê hate gotubêjkirin. Tirkiye ji bo fişarê PKKê,YPGê û DEAŞê Tirkiye ji bo ewlehiya xwe hemû tevdîr stendine. Beyî ku ez behsa hûrgiliyên operasyonan bikim, dikarim veya bibêjim ku piştî MGKya doh sererkan û musteşarê me yê MÎTê îro li Moskowayê gotûbêjan dikin. Ger ji Efrînê bo Tirkiyeyê destwerdaneke hebe, ji bo ewlehiya Tirkiyeyê dê gavên pêwist bêne avêtin. Piştî gotûbêjên îro dê tablo zelaltir bibe.

‘GAVÊN KU TÊNE AVÊTIN NE LI HEMBER KURDÊN SÛRIYÊ NE'

 

Kalin, "Efrîn, Minbic an jî Cerablus ferq nake, gavên ku dê bêne avêtin ne l ihember kurdên Sûriyeyê ne. PYD û PKK kurdan temsil nake. Ji bo ku hemû nûnerên civaka Sûriyeyî li Soçiyê amade bin em hewil didin. Din ava van de dê ereb jî hebin, tirkmen jî. Dê kurd jî hebin lê dê endamên terorê tunebin."

(Sputnik)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin