KAK û damezirandina DDKO

KAK û damezirandina DDKO

Alî Beykoylu

A+A-

Welatperwer û têkoşêrê Kurd û Kurdistanê û yek ji organîzator û milîtanê salên 1960-70 yî Alî Beykoylu di 24.02.2018ê de jîyana xwe ji dest da.

Rûpela Nû ji malbata wî re sersaxî û sebir û metanet dixwaze. Bila serê gelê Kurd sax be!

 

KAK û damezirandina DDKO

Alî Beykoylu

Di sala 1966ê de M. Ali Dinler, M. Sirac Bilgin, Ahmet Kotan, Hîkmet Buluttekîn, Mesut Uysal, Mûsa Çadirci, Alî Beykoylu em 6-7 kes me biryar girt ku em rêxistinekê ava bikin. Me navê rêxistinê kir KAK (Koma Azadîya Kurdistan)

Di 15 rojan ya jî ji mehê carek dicivîyan û pirsgirekan minaqeşe dikir. Di civînan de Hîkmet Buluttekîn protokola KAKê dinivîsand û belgeyên wê ber wî bûn. Wexta çû Kurdistana başûr wan dokumentan bi xwe re bir.

Bi navê KAKê belevok dinivîsand bi teksîrê zêde dikir û bi dîzî diavêt wan wargehên ku xwendekarên kurd lê diman. Rojekê din diçûn wan wargehên ku me belavok avêtibûn wan deran me fahm dikir ka ew van belavoka xwendine ya na û reaksîyona wan çî ye. Bi gelemperî ev xwendekar tedîrgin bûn û digotin kî van belavoka belav dike, dê serê me têxin belayê, eceba pişt vî karî MIT heye.

Rojekê bi taybet belavokek rexnekirî li hember wan xwendekarên ku di nav çep û rastê tirkan de cî stendibûn li hember wan nivîsand. Me gotibû Îdrîsî Bedlisyên nû derketine meydanê, dixwazin kurdan bifroşin tirkan. Divê ev dev jê vê fikrên xwe berdin bi doza û pirsa xwe mijûl bibin.

KAK wexta di sala 1966ê de ava bû û heta nîvê sala 1967ê bi dehan caran civîyan û destûr û program amade kiribû.

Di avakirina DDKOyan de keda mezin ya KAKê heye. KAK ji xwe ne di wê baweriyê de bû bibe partî. Du sê caran bi wasiteya hevalekî me ji Dr. Şivan pêşniyaz dihat ku em bêşdarê xebata wî bibin.

Em wek rêvebirên KAKê 6 kes bûn lê hucreyên me hebûn. Mesela têkiliyên me yên rêxistinî 150 kesî digirt. Wexta me pêwistîya bi avakirina rêxistineka legal dît û DDKO ava bû, da ew nekeve bin tesîra rêxistineka îlegal me KAK fesh kir.

Em damezrênerên KAKê ji bûn avakarê DDKO. Avakarên DDKO bi gelemperî wan kesên ku ji FKF hatin û bi taybet jî Mumtaz Kotan kir. Ev heval têkiliya wî bi min re gelek baş bû. Wexta DDKO hat damezirandin jî kes nizanibû hêza pişt wê KAK bû.

Di civînên DDKO yê de ji her 100-150 kes pêşdar dibûn. Pir kes li dij derkediketin ku rêxistinek weha ava bibe. Digotin dê îstîqbala me bikeve xeterê. Em ê bên girtin heta li dij navê Dogu bûn.  Eger ev gotin bê bikar anîn dewlet dê me bi cudaxwazî îtham bike. Heta bi vî şeklê rêxistinbûnê dihat hesabê dewletê jî. Yên ku di vê rêxistinê de kar bike dê bi hêsanî bihata tespîtkirin ji bo wê jî dewlet bêdeng dima.

Di van civînan de tiştê ku me tedîrgîn dikir ew bû ku di nav me de şika elemanê MIT bû, ji bo wê gelek heval ji vê xebatê dûr diketin.

 

Me dixwest bi 100-150 kesî lîsteyeka damezirandina çêbikin. Û di destpêkê de evqas kes hebûn. Lê wexta me destûr nivîsand û ketin prosesa avakirinê belge îkametgahê û cuzdanê nifûsê pêwist bû.

Lê ancax 8-10 kes van belgeyan anîn. Di nav evqas însanan de hatina tenê 8-10 belge guman peyde bû ku ev kar bi ser nakeve. Dawîyê min ji wan kesên ku bi KAKê re bûn ji 18 kesan van belgeyan temîn kir û me bi 24 kesan miracata damezirandinê kir. Serokê damezirandinê Yumnu Budak bû. Yumnu ji Diyarbekir/Hezroyê ji malbatekî naskirî bû. Ez û ew em çûn polis bo muracatê. Li wê polisek bi navê Beşîr hebû ew malbata Yumnû nas dikir. Got hûn tiştekî baş nakin, serê xwe dixin belayê dewlet dê astengî derxe, ez di şûna we de bim ez komeleyekê weha ava nakim. Dixwest em dev ji vî karî berdin. Me kir nekir ewraqê me negirt.

Ev grub ji bo asîmlasyona di nav kurdên kurdan de bişkinînin û şiûra kurdayetîyê pêşve bibin di derheqî dîroka kurdan de hinek beyan bi navê KAK derdixistin û belav dikirin. Lê ev zêde tesîr nedikir. Kovara Otuken ku Îdeolojîya faşîzmê ji xwe re kiribû bingeh di Nîsana 1967ê de nivîsarên Nihal Adsiz ku dijminayetîya kurdan dikir wek wasyetnameya nivîsarên wî li ser hev çap dikir.

Ev nivîsarên wî li dijî însaneyetîyê bîhna faşîzma ku kîn, nefret, qetlîam û surgunê jê dihat. Di dawîya vê nivîsarê de bi kurtayî ji kurdan re jî pêşnîyar dikir, digot; “ Cihenem bibin biçin. Kuda diçin bila biçin, bila herin ba Barzanî, bila herin, Hindîstanê, bila serdana NY bikin da li Afrikayê ji xwe re welatek bibînin. Bila zanibin miletê tirk gelek bi sebir e lê wexta aciz bibin wek Şêrê Kaxan in kes nikare li ber wan bisekine ger ew nizanin vê yekê bila ji nijaddaşên xwe ermeniyan bipirsin da aqil bihê serê wan.....”

Ev dîtinaka nijadperest a faşîst ji bo kurdan nedihat qebûlkirin û bê bersiv nedima. Ev nivîs di nav xortên kurd yên metrepolê bu sebaba reaksîoneka mezin. Lê kî û çawa bersîvekê bida wê.

Grûba Koma Azadîya Kurdistan ji bo vê dîtinê û kovarê protesto bike ket nav rê û rêbazan. Partîya vê dîtina faşîst û nijadperest Partîya Gundî û Millet a Komarxwaz (CKMP) bû û min ji hevalan re pêşnîyaz kir ku em Serokê wê Alpaslan Turkeş bibînin û protesto bikin. Li ser vê pêşnîyazê Min û Serokê Wargeha Xwendekarên Erziromê li Anqerê Sabahettin Deliçaki bi telefonê ji Turkeş hevdîtin xwest.

 

Wexta kovara Otuken di destê me de bû û em çûn odeya Turkeş, heman kovar li ser masaya wî bû jî. Li ber Turkeş hevalekî wî yê MBK(Komîteya Yekîtîya Neteweyî) hebû. Min got ev nivîs di nava ciwanên Rojhilat de reaksîyon peyde kiriye ku weha dom bike dê bûyer rûbidin.

A .Turkeş got, min vê nivîsê xwendîye û taswîp nakim, kesên ku li Tirkiyeyê dijîn hemû Tirk in, Kurd jî Tirk in, ji Asyaya Navîn hatine, û got ez çiqas Tirk im, evqas Kurd im, çiqas Kurd im evqas Tirk im  dixwest bi vê awayê me îqna bike û got neqişandina kevirênli ser cot minareya Erziromê û neqişandina goreyên rîs ku jinên Rojhilat dikin eynî ne yanî bi nimuneyan dixwest îspat bike ku em jî eynî kulturê hatine.

Saeteke me minaqeşe kir. Bi vî hawî êdî ne pêwîst bu em minaqeşe bikin û rabûm ser piyan, bi înkar, îmha û surgunkirina kurdan meriv nagehêjê cîyekî, buyarên ku biqewimin ew mesulê wê ne, û em ê heta dawîyê li hember van dîtinan bin.

Piştî ku vê dîtinê bi hevalên KAKê re nirixand me biryar da em beleovokekê derxin. Min A. Kotan, H. Buluttekîn û M. Çadirci bi hev re belavokek amade kir. Belavok bi kurtayî weha bû: Hodrî meydan! Kî bera kê dide? Bi sedsalan e kurd li ser vê axê jiyana û dê bijîn, yên ku kurdan li ser vê erdê biqewrînin ne ji dîya xwe zaye ne jî dê bizê.

… Asil yên ku biçin ew faşîstên ku gelan bera hevûdu din

Ji bo vê belavokê em belav bikin jê re zemîneka yasayî pêwîst bû.

Li Anqere wargeh, komele û cemîyetên kurdan yên ji bo piştgirî û raketinê hebûn. Belavokê xwe me pêşniyazê birêvebirên van dezgehan kir. 19 dezgeh û wargeh wê mohr û îmze kirin me 10 hezar çap kir. Ev piştgirî di nav rewşenbîr û xwendekarên kurdan de coşek mezin çêkir.

Ev protestoya me ya ku kes ne li bendê bû li civatê tesîrek erenî peyde kir. Di rojnameyên rojane de bû nûçe û qunciknivîsar di quncikê xwe de bahs kirin(Çetin Altan, Ilhamî Soysal û hwd.) Belavoka Hodrî meydan! Kî bera kê dide li Meclîsê û Senatoyê bû wesîleya minaqeşeyên hişk. Li Kurdisatnê jî alaqeyekê mezin ji re peyda bû ji qezeyan bigre heta gundan hatibû belavkirin. Ji PDKT û TIPê jî bo di nav xelkê de propagandaya xwe bikin bû fersendeka baş.

Di meha Îlonê de li Anqere bi hevalan re em hatin cem hev û vê pêşketinê nirxand.  Ji bo daxwaz kurdan me biryara xwepêşandinan da. Ev daxwaza me ya demokratîk re di demek kin de teref û bingeh peyda bû. Komîteyên amadekar a xwepêşandinan ava bûn. Xwepêşandin di destpêka meha Cotmehê de li Elih(Batman), Silvan(Farqîn), Diyarbekir, Erganî, Siverek, Dersîm, Agri û di meha Mijdarê de jî li Anqere çêbû.

Xelq alaqayek û bêşdarîyeka mezin nîşanê van xwepêşandinan da, di axaftinan de hevî û daxwazên wan hat lêvkirin, şiîr hatin xwendin. Slogan û pankratên ku hatin vekirin xwîn û can da belavoka Hodrî meydan. Ev zencîra xwepêşandina bi navê Xwepêşandinên Rojhilat ket tarîxê.  Ev riya avakirina rêxistinên legal vekir û bû zemîna avakirina DDKO.

(F. Medeni Marsil, Dildarê Doza Kurdistanê-Hikmet Buluttekin (Çeko), Nasajans yayinlari, Ist. 2015, r. 35-39)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin