Ka em bi zîncîra seadetê PAKê bikin AK

Ka em bi zîncîra seadetê PAKê bikin AK

Nura Şane /Rêya teze

A+A-

April 02, 2018: STENBOLISTAN Serdozgerê dewleta Tirkistanê ji bo nav û bernameya PAKê îxtarname da mîr û gizîrên wê, ji ber ko “kurd”, “Kurdistan” û “kurdî” nîşanên “nijadperestiyê” ango”irkçiligê” ne.

Di sedsala 21an de ji aliyê demokratîka cîhanê de Tirkistan wekî nimûneyeke xudayî ye.

Di nav sînorê wê dewletê de ne tenê mafên mirovan yên hemû ajal, mêş û mor û heywanetên hûrik tên parastin, li wê dewletê ticaran misqalek jî heq nayên îhmal kirin.

Wek di kulîsan de tê gotin komeleya DDKD ko di salên 70î de mohra xwe li dîroka kurdan xistibû, piştî belavbûnê her endamekî wê ko her ro li qehwexaneyên deverên cîhanê pişt guh dihekandin, rojekê ji rojan berev bûn û gotin: ”Heta kengê çaya qaçax û listîkên kaxizan!” Jixwe xalê xecî jî xwe berdaye, hema fehş bûye, ji welat belaş çayê tîne û li vir nav serê me dixe! Ligel dendikên gulan û ava sûsê heytûhot û heysûbeysa civatê destpê kiriye û her ko çûye gurr û kûr bûye.

Piştî wê xirûcirrê jî partiyek topikî ya liserxwe çêbûye.

Ji bo ko li ser navê xwe jî mezin bibe sê caran pif kirine guhan: PAK, PAK, PAK! Li ser wê biryara dahiyane (!) me sewciyê dewleta tirk Hesen qefalt û bi hûrgilî çend pirs jê kirin.

Hesen dibêje; Ji min re dibên Hesoyê Gomê, bi eslê xwe yê dûr ji eşîra kurdên tirşikçî me, ez di hêla xwe de birîncî me loma çar salan berê bi destê serokkomar Evdila Gul hatim ser wê wezîfê, dinya alem bi min zane, ez ticaran biryareke şaş nadim.

Ez nimûneyekî bêjim mesela di dehwa Xirant Dînk de herkesî got Dînk mesûm e, guneh e û filan û bêvan lê ez kurê bavê xwe me, qey guh didim wan, vêca filleyek çawa dikare bêsûc be, ew tişteke nebereqil e.

Ko min wekî wan bikira dê hestiyên kalikên min biriziyana, ser de bi wan hestiyên rizî re lotikên kerbê bavêtina hundirê gorê de

Min çi kir? Ma înyad, înyad e! û tenê ênta filleyan tuneye, jixwe hûn zanin yasayên me wek seradê ne, ma qey qulik tune ko valahiyekê bibînim torê li ser bigerînim

Wek min got ez kurê felekê me, ew madeyên yasayê min di devê xwe de birin û anîn û di wê dehwê de Dînkê rehmetî sucdar derxist. 

Bi vê serketina xwe ve qey bala beraz Erdoxan kişandime loma ez liyaqê wî meqamî dîtim.

Ez di her karê xwe da pê dişêwirim

Wexta dosyaya ”PAK” ket destê min de, bi lez çûm ba wî, bi dîtina dosyayê re çav lê reqisîn, serxoş bû

Xwedê şahîd e te digot qey surehîkî dewê cemidî fondîp kiriye, wellehî ji xwe ve çû, destê xwe li masê xist di nav wê gurmîniyê da qêrî:

— Heyttttt! Edî zirtewezîrê dinyayê ez im oxlim, ez! Ûlan Obama ka were mêro bibîne! Dû ra wek dînan di ber xwe de gotin li ser gotinan got û hew mabû min jî bi cinan bêxe

Ez heyran, ez bextê te me! wer neke, çi bi te hat? Ji nişkave xwe avêt stoyê min û di nav milçe milçê de got: “Efferim ji te re kurê kerê, Efferim ji te re Heta ji min hat min ew ji ser xwe dehfand, bi Xwedê wekî min namûsa xwe ji nav lepên dujmin filitandibû wisa bêhna min derket û wisa xoşhal bûm Lê na welle carekî eyarên wî sist bibûn û bêrawestiyan fort dikirin û digot:

— Qaşo êdî ev hilbijartinên li vir hewiya min naynin û gereke êdî partiya ”AKê” wek agir berdim dinyayê, pêşiyê li pakîstanê ”PAK” dû ra li Iraqê ”IAK”, li Sûrî ”SAK”, li Fasê ”FAK”

Qederekî sekînî, li pozê qondera xwe nihêrî, serî xwe hejand û dîsa ber xwe de xeber da û got na loo! Xweliya wan deran pirr e, baştir e ez beraliyî xwe bidim Ewropa, qe nebe qondere min ê toz negire! Dû re dom kir bila ”SAK” a li Swêdê be, ”IAK” a li Ingiltere, ”FAK” a li Frensa û bira ”PAK” jî li portekîzê be! Baş e, di vê navberê da xatûnika Emîne ket hundir, wexta peyayê xwe wisa sermest dît madê xwe tirş kir û bi dengekî xeydokî got:

— Hesocim, ka bêje berî min canîka meymûnok Merkel li vir odeyê bû? Bi awayeke metelmayî min lê zivirand:

— Na xanimokê, min ew dosya anî lê wexta çavê zirtewezîrê me pê ket wek êmîşê kal ma! Gotina min bi qêrîniya xanimokê hat birrîn, ji nişkave dosya ji destê min girt bi awayekî nazdarkî ji min pirsî:

— Ayy!! Hesocim ew çi amblemek xweş e, mêze çiqas bi rengê şalpa min hat, pembeya pîvazî, ew çi ye? Eman çi be jî êdî ew a min e Min got ew partiyek e xanimokê! Wê got:

— Oxx, de bila vêca Hayrûnnîsa bihese, biheside û di xwe de biteqe! Dengek hat

– Dayîşko, kê biteqe? – Li paş xwe nihêrtim, min dît ko canîka Sûmeyye, li dosyaya destê min dinêre, got:

— Ohh aman, ew çi ye? Kî komployan li dijî bavê min çêdike?

— Komploya çi, halê çi canîkê ew partiyeke nû ye!

— Hey Heso! Ma min belesebeb li Îngiltere xwend? Ez di cîda komployan fêmdikim, ez di dersa krîmînal de bîrîncî bûm, a rastî dêlika Ashley bîrîncî bû, neyse ji min xweşiktir bû loma zêde puan didanê an na tu jî zanî ez cewrika bavê xwe me!

— Wisa ye xwişkokê, lê te komplo ji kû derxist?

— Heso ma tu çi saf î gidî, navê partiyê nabînî?

— Dibînim canîkom Ma tu derc nakî ew çi komployeke mezin e, yên ev partî derxistine profîla voter yanî hilbijêrên me têra xwe nas dikim. Ango çi canîkê?

— Ahh!! Min ewqa li ber xwe da, ji babîşkoyê xwe re got dewsa Hesoyê bomik min bike serdozger, lê ka aqil? Ango Mr Heso navê partiyê çi ye? ”PAK”e. Navê împaratoriya me çi ye? ”AK” Wexta tebayiya me di pusulaya dengan de wan herdu partiyan bibînin dê çawa wan ji hev derxin? Ma ev mumkin e? Yanî ko bêje herfek jê zêde ye ka em mohra xwe li vir xin, belkî êdî kîloyek zêde komir bidin me! Vê çaxê emê çi xweliyê li serê xwe kin? “Qurbana aqilê keça xwe bim” xanimoka Emîneyê got Serûçav lê ricîfî bûn, bi kelacanê ji min pirsî:

— Heso, Hesocim! Gelo bi zîncîra seadetê em nikarin PAKê bikin AK? Û serdozger Hesen dibêje ji ber wan pirsigirêkan encama biryarê bi bîst û çar rojan derengî hat diyar kirin lê dîsa nakokî çêbû, zirtewezîrê me poşman bû, êdî min biryara xwe dabû lê wek min got carekî çav berda partiyê loma piştî biryarê ji bo ko yasa bêt guhertin emir da serokwezîr Davutoxlu ko bi lez û bez pêşniyarekê bide meclîsî da êdî bi ti sedemekî ti partiyek jî neyêt girtin. Xwendavanên hêja me got partiyek bi navê “Kurdistanê” bêt avakirin û em, li ser nêrînên serok Berzanî nesekinin? Erê lê! Me jî, ji birêz Barzanî pirsî ka fikra wî çi ye?

Bersivek gelek balkêş da! Got:

— Li ser xêrê be! Ezê niha bipirsim û heger yek ji endamên wê partiyê di nav serlêdanekê de ji bo ko em piştgiriya wê bikin behsa alîkariyê nekiribe, ezê bawer bikim ko paşeroja partiyê bo Kurdistanê ronak e. Nivîskar: NÛRA ŞANE meyro_kisper@hotmail Derheqa nivîskar da; Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya

Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin