Justin Trudeau: Balafira Ukraynayê bi mûşeka Îranê ketîye

Justin Trudeau: Balafira Ukraynayê bi mûşeka Îranê ketîye

Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau ragihand, zanyarîyên îstîxbaretî ji çend çavkanîyên cîyawaz gihiştine ber destê wan ku amaje bi wê dikin firokeya Ukraynayê bi mûşekeke Îranê hatîye xistin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Di kongreyeka rojnemevanî da Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau aşkere kir ji çend çavkanîyên cîyawaz zanyarîyên îstîxbaretê gihiştine ber destê wan ku ew firokeya Ukraynayê bi mûşekeke ji erdê bo asman a Îranê ve hatîye xistin.

Serokwezîrê Kanadayê derbarê cûreyê wê mûşekê û çawanîya pêkhatina bûyerê de zanyarîyek belav nekir lêbelê tekez kir ku di destê wan de ji gelek çavkanîyan zanyarîyên îstîxbaretî hene.

Di berdewamîyê jî da Justin Trudeau, dîyar kir şandeke dîplomatkarên Kanadayê dê di ser Tirkîyê re derbasî Îranê bibin û got ku Îran dê di dayîna vîzeyê de hêsankarîyê bo wan bike.

Li alîyê din Serokê Amerîkayê Donald Trump jî îro di konferanseke rojnamevanîyê de ragihandibû, dibe ku Îranê ew firokeya Ukraynî bi xeletî xistibe.

Roja çarşemê 08.01.2020an firokeyeke rêwîyan a Ukraynayê ya geştên Tehran-Kievê li nêzikî bajarê Şehrîyar li parêzgeha Tehranê kete xwarê. Di wê firokeyê de 167 rêwî û 9 kes ji tîmên xizmetguzarîyê hebûn. Piranîya rêwîyan Îranî bûn, lêbelê hemwelatîyên Exanistan, Almanya, Swêd, Ukrayna û Kanadî jî tê de hebûn.

Li gor ajansên Rojhilatê Kudistanê jî 12 rêwî ji bajarên Rojhilatê Kurdistanê bûn û hemwelatîyên Kanadayê bûn.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin