Joseph Votel: Îran moşekên balîstîkî dixe nav Iraq û Sûriyê

Joseph Votel: Îran moşekên balîstîkî dixe nav Iraq û Sûriyê

Fermandarê Hêzên Navendî (CENTROM) yê Emerîkayê Fermandar Joseph Votel ragihand ew pabendî peymana Minbicê ne û got: "Baweriya me ev e ku Îran, perçe perçe moşekên balîstîkî dixe nav xaka Iraq û Sûriyê"

A+A-

General Votel, di girêdaneke bi telekonferansî ya bi Pentagonê de, li ser operasyonên Emerîkayê ya li Rojhilata Navîn nirxand. Li ser pirsa rojnamevanekî ku pirsî 'yek ji armancên nexşerêya Minbicê derxistina YPGiyan ji Minbicê bû lê hêj ev yek pêk nehatiye, gelo wê kîngê ev yek pêk bê' Votel got:

"Em di vê baweriyê de ne ku em di rêya rast de ne. Me baş kirpandibû ku salnameya vê bi şert û mercan ve girêdayî ye. Ne bi tevahî be jî piraniya YPGiyan li derveyî Minbicê ne. Herwiha di piroseya cîbicîkirina vê nexşerêyê de xebat û libatin hene ku divê em bikin."

Votel da zanîn jî, rahênana perwerdekaran destpê kiriye.

Li ser gazindên İbrahim Kalın ku gotibû diviyabû di nav 90 rojan de dewriye destpê bibûna lê ev yek pêk nehat, Votel got: "Ji vê yekê kes sûcdar nîne. Ev yek, çespandina peymannameyê ya ku bi şert û mercan ve girêdayî ye. Ji serî ve em di vî warî de pir zelal in."

Li ser êrîşên Îranê yên li dijî Iraq û Sûriyê jî Votel got: "Evana liv û tevgerên xeternak, bêhizir û bêewle ne." û bang li Îranê kir ku bi rêya têkiliyan a Rûsyayê digel hêzên Emerîkayê danûstandinan bike.

Li ser îdiayên ku dibêjin Îran perçe perçe moşekên balîstîkî derbasî Iraq û Sûriyê dike, Votel peyitand ku CENTROM jî di wê baweriyê de ye ku ew, hin çekên kujende ku gefan li cîranan dixwe, derbasî Sûriyê dikin.

Votel amaje pê kir ku Emerîka bo her egera êrîşên Îranê  amade ye û got: "Emerîka ne li pey şerê bi Îranê re ne û em li dijî bêîstîqrariya li herêmê ku Îran sedema wê ye, bi sepandina aborî û dîplomatîk têdikoşin."

Li ser pergala paratinê ya S-300 ku Rûsyayê da Sûriyê Votel got; ev pergal dê bibe sedema rageşiyekê û Emerîkayê bo her çekên ku dikevin wî welatî nîgeran e.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin