Josep Borrell bi xwe re kîjan dosyeyan tîne Herêma Kurdistanê

Josep Borrell bi xwe re kîjan dosyeyan tîne Herêma Kurdistanê

.

A+A-

Îro Sêşemê Josep Borrell, Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê, serdana Hewlêrê dike û ligel berpisên Herêma Kurdistanê dicive.

Dosyeyên ku Josep Borrell dê bi xwe re bîne gelek in û pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Yekîtiya Ewropayê, ewlehî û teror, koçber û penaber, û hilbijartin mijarên herî diyar in.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê, Dilawer Ajgeyî ji Rûdawê re ragihand, “Herêma Kurdistanê beşek e ji rêkeftina giştgir a piralî ya di navbera Bexda û Yekîtiya Ewropayê de. Josep Borrell ji bo aktîvkirina wê rêkeftinê serdana Bexda û Hewlêrê dike.”

Berpisê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê, Josep Borrell jî derbarê serdana xwe û pêwendiyên YE li gel Iraq û Herêma Kurdistanê de dibêje, “Pêwendiyên me yên dualî û hevbeş û rêkeftinnameyên me yên alîkariyê ligel Iraqê gelekî baş in û li ser bingeheke bihêz hatine avakirin ji bo piştgiriya wan hevbeşên me, em li vê derê ne da ku li ser wan karan berdewam bin, herwiha em hewlê ji bo piştgirîkirina hevahengiya aborî didin, ku sala 2014an hate îmzekirin, me milyarek û 300 milyon euro ji bo çalakiyên aborî û ewlehî û mirovî bexşandiye bi Iraqê, herwiha em bi pêdana şêwirê ji bo piştgirîkirina Iraqê pabend dibin.”

Li gorî axaftinên Ajgeyî, di serdana xwe ya bo Hewêlrê de, biryar e Josep Borrell ku doh li Bexdayê bû, îro ligel serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî bicive.

Yekîtiya Ewropayê, ji sala 2015an ve nivîsgeha xwe li bajarê Hewlêrê vekiriye, berê çend caran berpirsên Yekîtiya Ewropayê, di nav wan de Federica Mogherini berpisa berê ya karûberên derve ya Yekîtiya Ewropayê, sala 2014an serdana Hewlêrê kiribû.

Niyaz Barzanî, Berpirsê Karûbarên Derve û Dîplomasî li Serokatiya Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re got, “piştî proseya rizgarî li Iraqê, Herêma Kurdistanê bûye karakterekî sereke di proseya siyasî, serbazî, aborî û miorvî ya li welat, bi taybet ev yek piştî şerê DAIŞê zêdetir xuya bû dema Hêza Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê roleke mezin dît di têkbirina Xelafeta DAIŞê de û paşê jî Herêma Kurdistanê nêzîkî 2 milyon koçber û penaber vehewand, ew jî bû cihê pesndan û pêzanîna Yekîtiya Ewropa û piraniya civaka navdewletî, lewra Herêma Kurdistanê ne tenê li Iraqê, lê belê di asta navçeyê û civaka navdewletî de jî bûye faktorek ji bo seqamgîriyê û Yekîtiya Ewropa û endamên din ên civaka navdewletî guh didin nêrîna Herêma Kurdistanê.”

Ji 27 welatên Yekîtiya Ewropayê, 16 ji wan an konsulxane an jî nûnerayetiyên wan ên bazirganî li Herêma Kurdistanê hene. Herwiha 7 nûnerayetiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî li welatên Yekîtiya Ewropayê hene û pêwendiyên siyasî û dîplomasî û bazirganî di navbera Ewropa û Herêma Kurdistanê de, aram û pêşketî ne.

Di gelek helkeft û demên cuda de, berpirsên Ewropayê bi girîngî li rewşa pêkvejiyanê li Herêma Kurdistanê û lixwegirtina hejmareke zêde ji koçber û penaberan ji aliyê Herêma Kurdistanê ve nihêriye û aramiya Herêma Kurdistanê li cem wê girîng bû, ji bê vê yekê jî alîkariyên xwe pêşkêş kirin, bi taybetî di şerê terorê de.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin