Johnson: Pûtîn û artêşa wî bi êrîşên hovane tawana şer dikin

Johnson: Pûtîn û artêşa wî bi êrîşên hovane tawana şer dikin

.

A+A-

 Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson, derbarê êrîş û înfazên ser sivîlan ên artêşa Rûsyayê ku li bajarê Bucha û Irpîn ê herêma Kîev a Ukraynayê pêk anîne, daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Boris Johnson, got ku Serokê Rûsyayê Pûtîn û artêşa wî bi wan êrîşên hovane yên ser sivîlên bêguhen tawanên şer dikin ku dîmên li bajarên Bucha û Irpînê derketine holê vê yekê careke din piştrast dikin.

Herwiha Johnson diyar kir ku tevî înkar û dezenformasyona Kremlînê jî rastiyên ku her kes dizane nikarin veşêrin û got: “Pûtîn bêçare maye, dagirkeriya wî bi ser neketiye û Ukrayna jî bi biryardariya xwe ji berê bihêztir e.”

Johnson ragihand ku piştî êrîşên qelaşî yên li ser sivîlan ew dê dorpêçên ser Rûsyayê hîn zêdetir bikin û diyar kir, ew dê ji bo tawanên hatine kirin li Dadgeha Cezayê ya Navdewletî werin lêpirsînkirin, mifetişan erkdar bikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin