Johnson destûra ava kirina hikûmetê ji Qralîçe Elizabeth vergirt

Johnson destûra ava kirina hikûmetê ji Qralîçe Elizabeth vergirt

Partîya Parêzgeran a bi pêşengîya Boris Johnson ji hilbijartina 1987an vir ve serkeftina xwe ya herî mezin bi dest xist û bi ferqeke pir hat ser deshilatê.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Partîya Karkeran ya bi seroktîya Jeremy Corbyn ji 1935an vir ve têkçûna xwe ya herî mezin dît.
 

Boris Johnson, piştî serketina di hilbijartinê de serdana Qralîçe Elizabeth ya duyem kir û ji wê destûra avakirina hikûmetê sitand.
 

Partîya Parêzgeran ji 650 kursîyên parlamentoyê 364 bi dest xistine û Johnson dide zanîn bi vî awayî astenga li pêş derketina ji Yekîtîya Ewrupa (YE) rabûye.
Karbidestên YE’ê dîyar dikin ku ew li bendê ne ku Parlamentoya Brîtanya demûdest Brexitê bipejirîne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin