John Bolton: Îran li ser xistina firokeya Rûsî berpirs e

John Bolton: Îran li ser xistina firokeya Rûsî berpirs e

Şêwirmendê Serokê Amerîka yê Ewlehiya Neteweyî John Bolton, Îran tometbar kir, ku ew sedema êrîşa Israîlê li ser Sûrya û Lubnanê ye û xistina firokeya Rûsî di stiwê Îranê de ye.

A+A-

Derbarê dayina sîstema mûşekî ji corê S-300 ji bo artêşa Sûryê ji aliyê Rûsya ve, John Bolton tekez kir, ku ew biryara Rûsî, wê rewşa aloztir bike û derfetên şer zêde bike.

Şêwirmendê Ewlehiya Netewî yê Amerîka di kongirekî rojnamevanî de, ji hejmarek ji berpirsên îdareya Amerîkî re got: Berpirsatiya êrîşên li ser Sûrya û Lubnanê û xistina firokeya Rûsî di stiwê Îranê de ye".

Bolton diyar kir, ku ew hêvîdar e, Rûsya ji wê biryarê veger e û mûşekên S - 300 radestî Artêşa Sûryê neke.

Li ser pirsa mana hêzên Amerîkî li Rojavayê Kurdistanê û Sûryê, navhatî tekez kir, ku heya hêzên Îranî li nav Sûryê û li derveyê Îranê bin, Amerîka jî hêzên xwe venakişîne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin