Joey Hood derbarê diyaloga Kurdî de bi ENKSê re hevdîtin kir

Joey Hood derbarê diyaloga Kurdî de bi ENKSê re hevdîtin kir

.

A+A-

ENKS: Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka Joey Hood diyar kir ku Amerîka kar li ser nehîştina astengiyên li pêş diyaloga Kurdî dike 

 Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand, Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka Joey Hood ji wan re diyar kiriye ku Amerîka kar li ser rawestandina binpêkirinên bi derheqê ENKSê de tên kirin kiriye.

Desteya Serokatiya ENKSê di daxuyaniyekê de ragihand, li ser daxwaza aliyê Amerîkî, Desteya Serokatiya ENKSê roja 7ê Îlonê bi Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka Joey Hood û berpirsên dosya Sûriyê re bi awayekî online civiya.

Serokatiya ENKSê diyar kir, “Hood û berpirsên Amerîk tekezî li pabendbûna Amerîka bi çareseriya siyasî ya krîza Sûriyê li gor biryara navdewletî 2254 kirin.”

Herwiha da zanîn, aliyê Amerîkî piştevaniya xwe ji danûstandinên di navbera ENKS û Partiyên Yekîtiya Niştimanî (PYNK) nîşan dan û diyar kirin jî ku ew kar li ser nehîştina astengiyên li pêş danûstandinan û rawestandina binpêkirinên ku di derheqê ENKSê de tên kirin dikin.

Ji aliyê xwe ve Desteya Serokatiya ENKSê amadehiya xwe di vê derbarê de nîşan da û tekezî li ser girîngiya yekrêzî û yekhelwestiya Kurdî kir û pesnê rol û şopandina Amerêka di vê derbarê de kir.

Ev hevdîtina di navbera Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka û ENKSê di demekê de ye, di çend rojên borî careke din êrîş li ser nivîsgehên ENKS û PDK-Sê li Dirbêsiyê û Amûdê hatin kirin. Berpirsên ENKSê jî aliyên ser bi PYDê ve bi wan êrîşan tometbar dikin û dibêjin, armanc ji wan êrîşan, hilweşandina danûstandinên di navbera ENKS û PYNKê de ye.

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin