Joe Biden: Serok ne di ser qanûnan re ye û tu serok nikare bibe şah

Joe Biden: Serok ne di ser qanûnan re ye û tu serok nikare bibe şah

.

A+A-

 Di derbarê bûyerên Washingtonê û êrîşa li ser Kongresa Amerîkî, Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Joe Biden axivî û diyar kir: “Bila kes ji bo wan nebêje xwepêşander, ew terorîst bûn.”

Joe Biden li ser êrîşa alîgirên Donald Trump a li avahiya Kongresê da zanîn:

“Do êrîşeke nedîtî bi ser keleha me ya azadiyê û demokrasiyê de hate kirin. Bila kes ji bo wan nebêje xwepêşander, ew terorîst bûn.”

Biden destnîşan kir, Trump zerarê dide demokrasiya Amerîkayê û got:

“Serbazên berê, kirin amûra siyasetê. Tu wisa fikirî ku bi rêya dadgerên dadgehê, tu yê bikarî serokatiyê bi dest bixî. Berî ku hilbijartin dest pê bike, wisa difikirî ku dê li dadgehê bi dawî bibe. Wisa difikirî ku dadger dê serokatiyê diyarî bike. Lê belê daraz berpirsyariya xwe anî cih û peywira xwe cîbicî kir.”

Joe Biden destnîşan kir ku Donald Trump hewl da îradeya hemû gelê ku dengê xwe dane, rawestîne û got:

“Serok ne di ser qanûnan re ye. Tu serok nikare bibe şah. Daraz ji bo ku fermanên serok cîbicî bike naxebite. Em dewleteke hiqûqê ne û em bi hiqûqê têne birêvebirin.”

Herî dawî Biden eşkere kir:

“Ev bûyer nîşan dide ku divê saziyên me yên demokratîk werin bihêzkirin. Ez bangî rayedarên li Wezareta Dadê dikim; girêdayî hiqûqê bin, ne girêdayî serok. Ez ji bo Wezareta Dadê, Merrick Garland weke namzet diyar dikim.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin