Joe Biden li pêş e û Trump jî encaman red dike

Joe Biden li pêş e û Trump jî encaman red dike

.

A+A-

Medyaya Amerîkayê diyar dike ku namzetê komariyan Donald Trump bi 25 dengan, li pey namzetê demokratan Joe Biden e.

Ajansa nûçeyan Associated Press û kanala Fox News ragihandine ku Joe Biden niha ji 538 dengên hilbijartinê, kariye 238 deng bi dest bixe û li hember wî Donald Trump 214 deng bi dest xistine.

Her namzetekî postê Serokatiya Amerîkayê divê ji hemû endamên civaka hilbijartinê, 270 deng misoger bike.

Pêvajoya cudakirina dengan berdewam e. Her du namzetên Serokatiy Amerîkayê, Trump û Biden, baweriya wan bi xwe heye ku serkeftinê bi dest bixin.

Donald Trump tekez dike ew encamên hilbijartinan red dike û wê dozê bibe dadgehê.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin