Joe Biden li Arîzonayê bi ser ket

Joe Biden li Arîzonayê bi ser ket

.

A+A-

Di hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de namzetê demokratan Joe Biden li eyaleta Arîzonayê bi ser ket.

Li gor encamên ne fermî yên ku di medyaya Amerîkayê de hatine belavkirin, namzetê demokratan Joe Biden li eyaleta Arîzonayê bi rêjeya %49.4 deng bi dest xist û bi ser ket. Rêjeya dengên namzetê komariyan Donald Trump jî di %49.06ê de ma.

Bi van encaman, Joe Biden 11 hezar deng ji Donal Trump zêdetir wergirt û gihişt 290 delegeyan.

Li eyaleta Georgia ku xwedî 16 delege ye û li Carolinaya Bakur ku xwedî 15 delege ye, hê jî encam diyar nebûne.

Di hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de namzetê ku ji 538 delegeyan, 270 delege bi dest bixe, weke serok tê diyarkirin.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin