Joe Biden di Dengdanên Sêşema Super de li 8 Eyaletan bi Ser Ket

Joe Biden di Dengdanên Sêşema Super de li 8 Eyaletan bi Ser Ket

Hilbijêrên Amerîkî bo dîyarkirina berbijarê Partîya Demokrat yê bo hilbijartina seroktîyê ya Amerîka di Sêşema Super de çûn ser sindoqan.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Hilbijartinên Sêşema Super li 14 eyaletan yên bi temamî 1344 delegeyên wan hene li dar ketin.

Bo kandîdek bibe berbijarê Partîya Demokrat divê piştgirîya 1991 delegeyan bistîne.

Li gor encamên nefermî yên AP’ê ragihandine, li eyaleta Virginia ya bi 99 delege, Alabama ya bi 52 delege, Tennessee ya bi 64 delege, Oklahoma ya bi 37 delege û li Carolina Başûr ya bi 110 delege Cîgirê Serokê Amerîka yê Berê Joe Biden bi ser ketîye.

Li Massachussets ya bi 91 delege, senatora wê eyaletê Elizabet Warren bi ser neket û li wir jî Joe Biden qezenc kir.

Li Minnesota ya bi 75 delege jî Joe Biden bi ser ket. Li wê eyaletê Amy Klobuchar favorî bû, lê ew ji hilbijartinê vekişîbû û piştgirîya xwe bo Joe Biden ragihandibû.

Ji berbijaran Bernie Sanders li eyaleta xwe Vermentê bi ser ket ket.

Li California ya bi 415 delege, li Colorado ya bi 67 delege û li Utah ya bi 29 delege, Joe Biden di rêza yekê de cîh girtîye.

Li Samoaya Amerîkî jî Michael Bloomberg ya karsaz pêşhilbijartin qezanc kir û bi vî awayî serketina xwe ya pêşî bi dest xist.

Sêşema Super di kêbirkeya berbijarîya seroktîya Amerîkî de rojeke pir girîng e jiber ku encamên baş yên di vê rojê de rê li ber berbijarên serketî vedike ku bibin kandîdên partîyên xwe.

Dengê Amerîka

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin