Serdar Roşan

Serdar Roşan

nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Jîyan bê te tehl e!

A+A-

64.jpg

 

Ez benî navê min Usif e, ez li gundekî Licê ji dêya xwe bûm, li ber destê mele û seydayan min gelek xwend û jiyana feqîtîyê dît. Min demekê li ba melayê Pîrikê feqîtî kir. Le ez dibêjim xwezî min nekiriba! Min di wê dema xwendinê de dil berda qîza mela û min navê dîkê bêwext bi dû xwe xist. Ev nav tenê bûya jî xem nedikir. Lê… Bêî ku serê we biêşînim, ez ê rastîya vê meseleyê ji we re bêjim:

Heyran ez rojekê li gundê Pîrikê bûm û min ji melayê gund rica kir ku wê rojê ez azana şerîf bixwînim. Mela dilê min nehîşt, got baş e xem nake, îro tu azanê bixwîne.


Vêca piştî destûra mela, bû gurpegurpa dilê min. Min ê azan bida û dilketîya min, qîza mela dê dengê min bibihîsta.
Bi vê raman û didulîyê, aya ez ê karibim sererast wazîfeya xwe bikim an na, ez çûm li ser kevirê bangê sekinîm û min bi dengekî lerzok azana nîvro xwend. Piştî limêja nava rojê, min li mala yekî gundî firavîn xwar, xatir ji wan xwest û min berê xwe da gundê xwe. Rêya min bi heyamê du saetan dûr bû.


Ez dimeşiyam û ber bi gundê xwe dihatim, lê piştî ku ez ji Pîrikê bi derketim di dilê min de ji min re bû weswese, ka gelo dengê min çawa bû? Dilketîya min dengê min bihistibû an na? Eger wê bihistibe, aya dengê min bi wê xweş bû û azanxwendina min ecibandibû?
Serê min bi van pirsan dagirtî û gêj, min li derveyî gundê evîndara xwe li derûdora xwe mêzekir û piştî ku min dît kes li wan doran tune ye, ez hilkişiyam ser zinarekî û min berê xwe da gundê wê û min got ka ez cardin ji bo xatirê delala xwe bang bidim: Allahu ekber Allahu ekber…

Ez ji zinar daketim û bi rêya xwe de meşîyam; yara min a xweşik yekta bû, li Pîrikê yeke mîna wê tune bû; bi xweşikbûna xwe nimûneya perîyan û dişibîya horîyên bihiştê; ew horîyên ku melayan timî behsa wan dikir; lê her çawa be jî li ber çavên min her evîndara min hebû; rûyê wê yê gulover, birûyên reş yên dirêj, çavên kesk, lêvên gulî, hinarikên sor, bejineke lihev. Piştî ku ez çarîkekê meşîyam, min cardin li derûdora xwe nêrî û min got gelo xweşika min dengê min eciband? Min ji xwe re got, ka bise ez cardin ji bo xweşikîya wê bang bidim û ez hilkişîyam ser girekî piçûk: Allahu ekber Allahu ekber…

Dilketîya min yeke mîna xezalan bû, çavên wê eynî wekî yên xezalan bûn, ji xwe ji ber vê yekê ez dibêjim xezala min, mîna xezalan, narîn û nazenîn, zirav û sivik bû; di xeyala min de ev karexezal, min got ka raweste ez cardin ji bo xatirê xezala xwe azan bidim: Allahu ekber, Allahu ekber…

Erê ez bi rêya xwe de diçûm lê hişê min her li ba wê bû; min digot: ax ax, wê esmerê dilê min ji min girtîye ji xwe re birîye; wê rengesmerê, wê qemerê bi wê esmerîya xwe agir xistîye dilê min; mîna genimê li ber rojê sor bibe, dilê min bi esmerbûna wê qemirîye; wele divê ez cardin ji bo xatirê wê esmerê azan bidim, li ser kevirekî pehn rawestîyam: Allahu ekber, Allahu ekber…

Berê mezinên me digotin evîndarî zor e, min bawer nedikir; bi rastî jî gava mirov dûrî evîndara xwe be, evîn mîna agirê bi bizot e û dilê mirovî disote. Ji xwe heta neyê ber derî aqil nayê serî, erê ha, vaye hat ber deriyê min jî, evîna min, şewata dilê min, de ka bisekine ji bo honikîya dilê xwe ez cardin ji bo evîna xwe bang bidim: Allahu ekber, Allahu ekber…

Piştî azana şeşan ez bi rêya xwe de meşîyam, li binîya gundê min, li ser zinarên berz dengê kewan dihat. Bi qebqeba wan re, min got xwezî ez jî wekî we bûma, min jî li ser zinarên bilind ji bo dildara xwe, kewa xwe ya marî, bi dengekî zelal bixwenda. Bi rastî edet ew e ku mirov tiştekî qenc û sipehî, divê heft caran pêk bîne. De ka cara heftan jî ez ji bo xatirê kewa xwe ya gozel azan bidim: Allahu ekber, Allahu ekber…

Bi azana heftan re êdî kela dilê min rabûbû, min xwe ranegirt û got: Ax yara min ax! Bawer bike jîyan bê te tehl e. Bi van gotinan re gundeyekî me î nehs ku bi banga min ya heftan re xwe li paş zinarekî veşartibû, pirqînî pê ket û hat ba min… Digel ku wî soz da min ku ji kesî re behs neke jî, wî dunya alem hemî pêhesandin. Gotina min ket devê gundîyan û li dunyayê belav bû: Jîyan bê te tehl e!

Hinde sal bihurîn, lê ez hîn jî carinan di xew de diqîrim, azana şerîf dixwînim û dibêjim jîyan bê te tehl e! Û di nav xweydanê de ji xew şîyar dibim…

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin