Jinên PAKa Amedê çûn serdana kampa kurdên Êzidî

Jinên PAKa Amedê çûn serdana kampa kurdên Êzidî

Şandeyeke ji jinên Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) pêkhatî çû serdana kampa Êzidiyan a li Qorixê ya gundê Qûbîna Batmanê. Hat ragihandin penaberên Êzidî bi dilxweşî pêşwazî şandeyê kirine.

A+A-

Endamên jin ên Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ên Şaxa Amedê bo alîkariya kurdên Êzidî yên koçber, bi 2 mînîbusan çûn serdana kampa penaberan ên li Qorixa Qûbînê ya Batmanê.

batman-pak3.jpg

 

Berdevka Şandeyê Neşe Timur da zanîn ku kurdên Êzidiyên kampê bi dilxweşî pêşwazî şandeyê kirine û jinên PAKê yek bi yek li tevahiya konan geriyane û halê jin û zarokan pirsîne. Timur got " Ciwanên wan bi tevahî dixwazin kar bikin lê mixabin kar bi destê wan nakeve. Ciwanên kampê bi Îngilîzî, bi erebî û bi zimanê xwe kurdî baş dizanin." 

batman-pak2.jpg

 

Timur her wiha da zanîn ku kemasî û xwestinê wan bi tevahî hat tesbit kirin ku bi piranî pêdivî bi zimhêrên xwarinê û bi kincên zivistanê, betanî û hwd. hene û Şandeya PAKê ev pêdivî tesbît kirine û jinên PAKê wê cardin biçine serdana wan. Timur got, li Kampa Qorixê, 36 konên malbatan hene û alîkarî ji wan re divêt.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin