Jina wî û zavayê wî qebûl kirin lê Trump hê jî li têkçûna xwe qebûl nake!

Jina wî û zavayê wî qebûl kirin lê Trump hê jî li têkçûna xwe qebûl nake!

.

A+A-

Serokê 45emîn ê Amerîkayê Donald Trump, piştî ku doh medya Amerîkî serkeftina Joe Biden ragihand hîn jî encamên hilbijartinê qebûl nake û dibêje, diziya dengan hatiye kirin û seroktî jê hatine standin.

Di hilbijartinên serkotiyê yên 3yê Mijdarê de Joe Biden li hember Trump gelekî li pêş e û li beramber 279 kursiyan 214 kursiyên Trump hene ku ne pêkan e bigihîje 270 kursiyan ji bo serkeftinê.

Li gorî ragihandina medya Amerîkî piştî ku doh zavayê wî Jared Kushner encamên hilbijartinê qebûl kir, jina Trump Melania Trump bi xwe jî windakirina hilbijartinê qebûl kiriye.

Lê belê Trump îşev 8ê Mijdarê car din li ser Twitterê parvekirin kir û îdia kir ku hîle û dizî hatiye kirin.

Trump gotinên kesayetên alîgirên xwe yên derbarê dizîya hilbijartinê de parve kirin û ew îdiayên xwe berdewam kirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin