• Diyarbakır 34 °C
  • Batman 38 °C
  • Hakkari 28 °C
  • Şırnak 33 °C
  • Ağrı 28 °C

Jin û Siyaset

Roza Kurd

 

Jin û sîyaset

 Di sîyasetê de hema bêje li her welatî hêjmara jinan kêm e. Ev di statîstîkan de jî xuya dibe. Û em di  fotoyên di  civînên siyasî yên li her derên  cîhanê de dibînin ku herdem jin ji mêran hindiktirin. 

Di dîroka şaristaniyê de , jinan herdem bi mêran re xebat kiriye.  Lê herdem ev pirs tê kirin  ku jin çima di siyasetê de kêm in.

Dema serokwezîrên Yekitiya Europa dicivin em dibînin ku xatûn Angela Merkel di nav wan mêran de pir balê dikşîne.

Çend roj berê li Stockholmê, Kongreya Hevkarî yê  çêbû. 12 partîyên endamên  Hevkariyê , her yek bi sê kesan beşdarî civînê bibûn. Hemû kesên ku hatibûn mêr bûn bi tenê ez jin bûm û di heyeta PAKê de beşdar bûm. 

Bê guman  ev hêz û partiyên siyasî  gelek ji wan bi dehan salane di siyasetê de çalakin û gelek ji wan jî zêdeyê 40 salî ye  di seheyê de ne. Dil dixwest ku   nêvî yê  beşdaran jin bûna.

Li bajarekî wekî  Stockholm bi hezaran jinên kurdan lê hene û gelek ji wan xwedî xwendina bilind û xwedî karîyer in. Hin jin di siyaseta Swêdî de çalakin, hin jî di ya kurdî de, lê di ya kurdî de jin pir kêm in.

Li welatekî wekî  Swêdê ku cara yekem jinan di sala 1921an de karîbûn mafê  dengdanê bikarbînin, salek berê  ji sedî 47 parlementerê meclîsa wan jin bûn.

Ev nimûneyek baş e ku dema mirov li ser pirsgirêkan bisekine û di pozîsyonên bilind de li çareserîyan bigere, biserdikeve. Dema di qada siyasetê de jin wekî  mêran cîh bigirin, her bê guman wê rengê civatê û ew zagonên ku bi biryara mêran tên girtin bi rengekî din bin, ango bêhtir  wekhev û demokratîk bin!

Di civatê de jin û mêr li gel hev dijîn. Lê heger ku di biryarên siyasî  de mêr serdest bin, bê guman wê  mafê jinan zêde neyê pêş .

Heger  mafê jin û mêran ne di eynî  astê de bin , ne bawerim ku tu carî , di tu başên jiyanê de, demokrasî û wekhevî  jî di asta bilind de pêk were .

Hemû  kesên kû dixwazin bi rastî jî guherînê di civatê de bikin, divê  alîgirê wê yekê bin ku,  dezgehên civatê  li gorî esasên demokrasîyê bê hûnandin. Û  alîkar bibin ji bo kû jin di sîyasetê de bi awayekî aktîf cîh bigrin û xwedî desthilat bin.

Jin bêguman dikarin roleke mezintir di sîyasetê de bilihîzin. Mixabin, gava em  li civata me ya sîyasî dinêrin, em dibînin ku beşdariya jinan di nav partîyên Kurdistanî de gelekî  kêm e. 

 Lê belê, divê em ji bîrnekin, bi çi rê û rêbazê be jî, di van salên dawîyê  de  rêxistina kurdan  ya ku   ‘’Tirkiyeyî ”bûnê  diparêze,  di beşdarîya jinan ya di sîyasetê de, gavên  gelek baş avêtine. . Gelek jin di siyasetê, di nav  van partîyan de pir aktiv kar dikin.  Lê mixabin piranîya  hêz û rêxistinên  kurdan di warê wekheviyê de hîn jî divê gelek kar û xebatê bikin.

Ji bo civat pêş bikeve, divê dezgeh û rêxistin  li gorî esasên demokrasîyê û wekhevîyê bimeşin.  Pir gring e ku jin di her beşê civatê û di siyasetê de bi awayekî bi şexsiyet  cîh bigrin û  ev mafê wan e jî. Jin çalak in û rengekî  taybet didin guhertinan.

Dezgeh û sîyaseta bê jin, nîvçe ye û tu carî ne biserkeftîye.  Divê em rê li ber jinan vekin.

Bi teybeti di  van 40 salên dawî  de , Jinên kurdan  di warê xwendin, civakî  û di warê karê bilind de pir pêş de ketine. Loma jî ew zemîn heye ku jin di siyasetê de jî rola xwe bilizin.

Ez di wê baweriyê deme ku ji bo guhertinan û wekhevî yê, çi sîyasî, çi civakî bin, dê  jinên kurdan di nav siyasetê de bêhtir bibin, hêzên xwe xurtir bikin û dengên xwa bilindtir bikin. Divê rêxistin û partiyên kurdan  piştgiriyek pir mezin bidin wan

Ne bes bi gotinan, lê di rastî û pêwîstîya jîyanê de jî, jin heykelê bingehîn e .

Jin berîya her tiştî divê bi xwe bawer be, bi girîngîya xwe qani be.

Nûjenî  û vejîna nû ya siyaseta Kurdistanî ya li bakurê Kurdistanê, dikare di rêlêvekirin û piştgirîya jinan de xwe îspat bike.

Roza Kurd    Stockholm 2016-05-10

Bu yazı toplam 1167 defa okunmuştur.
Nivîsên din yên nivîskar