Jin, digel astengiyan 25ê Mijdarê li qadê ne!

Jin, digel astengiyan 25ê Mijdarê li qadê ne!

Bi hilkefta ‘25ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna Li Dijî Tundîtiya Li Hember Jinan’ rêxistinên jinan, li dijî tunditiya zayendî ya li hember jinan banga piştevanî û têkoşînê dikin.

A+A-

25ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna Li Dijî Tundîtiya Li Hember Jinan, li seransera cîhanê tê pîrozkirin. Îsal jî rêxistinên jinan bangî hemû jinan dikin ku li dijî tunditiya li jinan dakevin kolanan û bertek nîşanî tundîtiya zayendî bikin.

 

Dîroka 25ê Mijdarê

25ê Mijdarê, salvegera qetilkirina Xwişên Mîrabel(Patria, Minerva û Maria Mîrabel) e. Di sala 1960î de li Komara Domînîkê her sê xweşkên şoreşger ku li dijî dîktatoriya Trujillo têdikoşiyan, hatin tecavuzkirin û qetilkirin.

Di sala 1881ê de Lijneya Jinan a Emerîkaya Latînî civiyan û 25ê Mijdarê wek ‘têkoşîna li dijî tundîtiya li hemberî jinan’ ragihandin.

Dûvre di sala 1999an de Neteweyên Yekbûyî jî vê rojê wek ‘Roja Têkoşîna Navneteweyî  bo Jiholêrakirina Tundîtiya Li Hemberî Jinan’ ragihand.

Ji vê rojê û vir de, di 25ê Mijdarê de li seransera cîhanê jin dadikevin kolanan û tundîtiya li hemberî jinan şermezar dikin û daxwaz ji hikûmetan dikin ku bi zagon û makezagonan jî berê tundîtiya zayendî bigirin. 

Bi çerçoveya amadehiya 25ê Mijdarê, rêxistinên jinan bi di panêlekê de nîqaş li ser rê û rêbazên têkoşîna li dijî tûndîtiya li ser jinan a bisazîbûyî û jirêzêbûyî kirin û gotin: ‘Em ê bi piştevaniya hev, li dijî tundîtîya zilaman û dewletê têbikoşin’

Hat gotin 25ê Mijdarê saet 18.00an de li Tunela Kadıköyê jinên li Stenbolê wê bicivin.

Li Wanê jî bi beşdariya Hevseroka HDPê Serpil Kemalbay, wekîlên HDPyî Bedia Özgökçe û Feleknaz Uca li Parka Aştiyê ya Musa Anter saet 11.00an de bi dirûşma ‘Em bo bijîn û bidin jiyandin rabûn, lê rabûn û em tên’ mitîngek wê bê lidarxistin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin