Jimara 2. ya KurdÎnalcoyê derketîye

Jimara 2. ya KurdÎnalcoyê derketîye

Kovara ziman, wêje û çandê Kurd'Înalco ku ji alîyê xwendekarên kurd ên li Parîsê ve tê amade kirin derket.

A+A-

 

Kovara ziman, wêje û çandê Kurd'Înalco ku ji alîyê xwendekarên kurd ên li Parîsê ve tê amade kirin derket. Kovarê Kurd'Înalco hejmara xwe ya yekemîn di bihara 2019'an de derxistibû û niha bi hejmara xwe ya duyemîn li pêşberî xwendevanan e.

Kovara ku di vê hejmarê de wêneyê Cegerxwîn ê xêzkirî kirîye berga xwe û li ser Cegerxwîn nivîsa Reat Çelîk jî weşandine. Çelîk bi sernavê "Cegerxwîn, di edebîyata modern a kurdî de berdewamîya neteweperwerîya Ehmedê Xanî" nivîsa xwe pêşkêş kirîye. Wî, li ser helbest û helwesta Cegerxwîn dîtina xwe anîye ziman, qala tesîra Xanî li ser Cegerxwîn anîye ziman û gotîye, "Cegerxwîn xwendina xwe ya Xanî tim nîşan dide û helbest û gotinên wî wekî mînak di nivîsên xwe de parve dike."

Wergêr an Paçvan?

Bîlal Çelîk li ser "Wergêr kî ye? Paçvan kî ye?" nivîsîye û di nivîsa xwe de li ser kesên ji metnê wergerê dikin û kesên bi devkî, wekî tercuman wergerê dikin, ji alîyê peyvê ve sekinîye. Di nivîsê de dîyar kirîye ku Erebê Şemo "Dîlbend", Husein Muhammed "Paçvan", Micheal Chyet "tercimençî" bikar anîye û her wiha ji ferhengên din jî mînak dane. Ew dibêje, "Mijara tercimanîyê/paçvanîyê di nava Kurdan de bi awayekî neprofesyonel be jî berbelav e. Heryekî me ji bo dayik, bav an jî yekî/e din ku Tirkî, Erebî, Farisî an jî zimanekî din nizane,

li nexweşxaneyê, li ber hepsê an jî li ber sazîyên din ew kar kirîye." 

Kela Dimdimê - Kela Alamûtê

Mehmet Şîrîn Fîlîz jî "Ji alîyê întertestûalîtî ve berawirdkirina destana Kela Dimdimê û Efsaneya Alamûtê" nivîsa xwe weşandîye. Ew dibêje, "Em dikarin bibêjin ku di hemû vegotinên civakî yên gelan de gellek xalên hevpar hene û ev xalên hevpar di gellek çîrok destan û efsaneyan de xwe didin der. Lê ev nayê wê wateyê ku van vegotinan heman tişt in,

an jî neteweyek ji neteweyek din van vegotinan stendîye."

Sîbel Er û Baker Alkurdo jî ligel nivîskarê frensiz Franceschi hevpeyvînek kirîye.

Her wiha Ayhan Yildiz li ser "Hecî Qadirê Koyî", Serdar Ay "Ne-ziman, dij-ziman", Choman Hardi bi "Hanê Havînê", Guy de Haupassant bi "Parsek", Heyran bi "Zarokatî...?", Deza bi "Şeytano Azad", Omer Tekîn bi "Sobe", Mustafa Çelebî bi "Kok û Rehên Bajêr", Pierre Rondot bi "Kurd û tevgera YKSS'ê li Rojhilat", Baker Alkurdo bi "Dagirkirina Rojavayê Kurdistanê û Lozana Duyem", Musa Anter bi "Rojên Bi Coronayê", Baker Alkurdo bi "Kamûran Bedirxan, Kurd û Dîplomasî" di kovarê de cih girtîye.

Di kovarê de nivîseke bi fransizî, du nivîs jî bi tîpên erebî hatine weşandin.

Di dawîya kovarê de çalakîyên Kurd'Înalcoyê yên par, hin nûçeyên din ên çandî hatine weşandin û her wiha bi sernavê "Hûn van kesan nas dikin?" (amadekar Nebîyê Dûro) hin şexsîyet hatine nasandin.

Yên bixwazin dikarin ji ser înternetê re kovarê bikirin:  https://www.helloasso.com/associations/kurd-inalco/formulaires/2

Ji bo têkilîyê: [email protected]

Dîyarname

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin