Jidayikbûna Kurdan

Jidayikbûna Kurdan

Ako Mihemed

A+A-
Dibe ku giştpirsiya Başûrê Kurdistanê bibe xaleke nû ji bo gotûbêjkirina wan dewletên ku Kurdistan bi wan ve hatiye kirin û roj li pey rojê û sal li pey salê bi demê dilîzin ji bo paşxistina çareseriya kêşeya kurdî û hiştina bindestiya Kurdan û dilgiraniya wan.

Niha dem hatiye ku hemû bi rastgoyî û vekirî bi xwe re û bi Kurdan re jî biaxivin. Ev axaftin di vê serdemê de bi Kurdan re bi gefkirin wiha dike ku karvedana Kurdan bibe serhildaneke seranserî. Lê mûmkin e bi şêweya aqilane û aştiyane bibe sedema çareseriyeke pir aram ku pêşketineke zêdetir a vê navçeyê bi xwe re bîne.

Li şûna ku Iraq, Tirkiye û Îran hewl bidin plan û plangeriyan li dijî gelê Kurd deynin, divê li gûtbêjkirina bi Kurdan re bifikirin û planên xwe rasterast ji bo çareserkirina kêşeya kurdî li welatên xwe berçav bikin.

Giştpirsiya Başûrê Kurdistanê bindestiya Kurdan anî bîra hemû dinyayê û metirsiya mezin a ku bindestiya Kurdan ji dewletên dagîrkerên Kurdistanê re dirust kiriye. Niha ku Başûr û Rojavayê Kurdistanê ji jêr desthilatdariya dagîrkar rizgar bûne, giştpirsiya Başûrê Kurdistanê qonaxeke nû di bizava rizgariya neteweyî ya Kurd de anî pêş. Herwiha serkirdatiyeke dîrokî jî ji bo vê qonaxa dîrokî dirust kir. Berê zehmet bû bangewaziyeke serhildanê ji bo hemû parçên Kurdistanê ji yek cihî bê derxistin, lê niha pir hêsan bûye. Lewra min heta niha bi dirêjiya temenê xwe hest nekiriye Kurd biqasî îro bihêz in.

Dibe ku giştpirsiya Başûrê Kurdistanê li ba hinek kesan proseyeke navxweyî ya şêniyên Başûrê Kurdistanê be li ser çarenivîsa xwe bi Iraqê re. Lê bi rastî vê proseyê ji Başûrê Kurdistanê bêtir, giyanê niştimanperwerî û şoreşgêrî û razînebûna bi bindestiyê li parçên din ên Kurdistanê dirust kir. Niha Kurdistan ji her demê germtir e û amade ye rûbirûyî dijminên xwe bibe. Niha ji her demê bêtir parçên Kurdistanê bûne kûrahiya stratejî ya rasteqîn a hevdu. Ez karim bê dudilî bêjim niha mûmkin e li hemû parçên Kurdistanê “bihara Kurdî” dest pê bike.

Navenda vê vejandina neteweyî û siyasî ya Kurdan Başûrê Kurdistanê ye. Lewma niha bi hevre karkirina partiyên sereke yên Başûrê Kurdistanê bi şêweyeke rojane pêwistiyeke jiyanî û stratejî ye ji bo Kurdan. Pir girîng e niha Serokê Herêma Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî bi yek pileyê ji PDK, YNK, Goran, Yekgirtûya Îslamî û Komela Îslamî ya Kurdistanê nêzîk bibe. Pir pêwist e niha civînên bêtir ligel Turkmenan ( Bereya Turkmenî jî di nav de), mesîhî û erebên nişteciyên Kurdistanê bên sazkirin. Herwiha Kurdên Êzdî dûr nebin ji ti biryar û planeke bê.                                                                                    

Girewkirina li ser serneketina giştpirsiya Başûrê Kurdistanê çiqasî li ser guvaşên derveyî bû, ewqasî jî girewa Iraqê û dewletên hawîrdor, nexasim Îran li ser Silêmaniyê bû. Beşdariya Silêmaniyê ew girew hîç û pûç derxist. Lê divê niha bêtir kar li ser navend girtina Silêmaniyê bê kirin di pêngavên bê yên Başûrê Kurdistanê de. Niha tu ji her Kurdekî bipirsî, wê bêje serketina Kurdan di parastina Kerkûk û Şingal û navçeyên din ên sînorî de ye ji destê êrişên komên çekdar ên şîeyan, ji ber vê yekê beşdarîkirina berpirs û kesayetiyên wan navçeyan di gotûbêjên navxweyî yên bê de pir girîng e, bêyî liberçavgirtina helwestên wan berî roja 25.09.2017an.

Gefên eşkere û plan û planên nehênî yên Iraq, Tirkiyê û Îranê li dijî gelê Kurd, ne tenê ji ber wê yekê ne ku Başûrê Kurdistanê giştpirsî encam da, lê ji ber wê yekê ne çimkî giştpirsiya Başûrê Kurdistanê bû jidayikbûneke nû ya bizava şoreşger a Kurdistanê û bilindkirina hesta neteweyî û serhildanê li ba neteweya Kurd li Rojhilat û Bakurê Kurdistanê jî.

Ev çend sal e Başûrê Kurdistanê, Kerkûk jî di nav de azad e û Rojavayê Kurdistanê bi her hawî be li jêr desthilata dagîrker a Sûriyê nemaye û ketiye jêr desthilata Kurdan. Encamdana giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê di vê demê de bo Rojhilat û Bakurê Kurdistanê wek pêxistina dînamoya serhildana neteweya Kurd e li wan herdu parçên Kurdistanê ku, di van rojan de dikare pir bihêz destpê bike, nexasim eger Îran û Tirkiyê bi vê şêweya hesterîk berdewam bin li ser dijatîkirina neteweya Kurd li Başûrê Kurdistanê.

Neteweya Kurd bi encamdana giştpirsiyê li Başûrê Kurdistanê, pênaseyeke din a neteweya Kurd di serdema cihangîrî û pêşketina medyayî û medyaya civakî de da hemû cîhanê. Ev nasandineke nû ya neteweya Kurd e ji bo cîhanê. Ev ji bo Kurdan pir girîng e. Çimkî Kurd û neteweyên bindest ên din jî ji mêj ve dizanin ku dewlet û Neteweyên Yekgirtî (rastir dewletên yekgirtî) dirêjiyê didin nedadperweriya ku li cîhanê heye. Lê di heman demê de niha ne tenê dewlet, lê belê neteweyên cîhanê jî siysetê û biryaran li cîhanê dirust dikin.

Heta niha di dîroka nû de çênebûye dewletek bikare neteweyekê ji nav bibe. Herwiha di dîrokê de çênebûye bizava neteweyî û gelêrî ya neteweyekê li ser axa xwe biser nekeve. Kurd îro li ser pê ne, çimkî ruhê neteweyî li ba wan vejiyaye û dizanin bindest in û divê azad bibin. Di ti teksteke olî û yasayî de nehatiye gotin ku divê Ereb, Tirk û Fars ji sedî sed azad bin, lê belê divê Kurd ji sedî 20 azad bin! Niha piştî 25ê Îlonê ev rastî derbasî mejiyê hemû Kurdan bûye û ew êdî jê nayên xwarê.

rudaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin