Ji zimanzanan xebateke bêhempa: Rêbera Rastnivîsê

Ji zimanzanan xebateke bêhempa: Rêbera Rastnivîsê

Zimanzanên ji seranserê cîhanê, ji bo standartkirina zimanê kurdî gihîştin konsensusekê. Zimanzanên kurd 2 salan li ser yekîtiya zimanê kurdî xebitîn û pirtûka 'Rêbera Rastnivîsê' derxistin.

A+A-

Zimanzanên navdar ên kurd ên ji çar parçayên Kurdistanê û dîasporayê ji bo standartkirina  zaravayê kurmancî konsensûs pêk anîn. Zimanzan ji bo yekîtiya ziman ava bikin 2 salan li ser vê yekê xebitîn û karek bêhempa kirin û pirtûka “Rêbera Rastnivîsînê” derxistin. Dê sibê ji raya giştî re bê aşkerekirin.

Zimanzanên kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê dijîn hatin gel hev û ji bo standartkirina zimanê kurmancî gavek ewilî avêtin. Zimanzan di bin banê Weqfa Mezopotamyayê de ji sala 2015’an ve li hev kom dibin û li ser standartkirina ziman komxebatan li dar xistin. Bi şev û roj li ser ziman xebitîn. Zimanzan û nivîskar Samî Tan, Zana Farqînî, Bahîz Omer Ehmed, Bahoz Baran, Behrûz Şûcaî, Deham Evdilfetah, Dilawer Zeraq, Dilbirîn Evdila, Evdilwehab Xalid Mûsa, Malmisanij, Mahmûd Lewendî, Mehdî Caferzade, Mihemed Teqewî, Mistefa Aydogan, Mikaîl Bilbil, Newzad Hirorî, Şoreşvan Adil û Zulkuf Ergun li Amed, Mêrdîn û Stenbolê 7 civîn û bi dehan komxebat li dar xistin. Nîqaşên dûr û dirêj li ser zaravayê kurmancî kirin. Zimanzanan piştî nîqaş û pêşniyarên kirin di navbera xwe de konsensûs pêk anîn. Ev ji du salan bêtir bû zimanzan li ser vê xebatê disekinîn û bi navê “Rêbera Rastnivîsînê” pirtûkek amade kirin û çap kirin.
 
Pirtûka rêber; xebatên termînolojî bi kaydeyê ku civaka kurd ji ziman raman û çalakiyê sûd werbigire û hemû civaka kurd di çarçoveya bernameyek hevpar de organîze bike hewceyî pê dît ku ziman bigîhîne standartek gramatîkal. Pirtûk di qada xwe de wek xebatek hêja ya ewilîn tê dîtin.
Di nava vê xebata kolektîf de naverokek dewlemend jî heye. Ji alfabeyê bigire heta rêzimanî û ji navê navê navçe û bajarên Kurdistanê heta navên taybet û peyvên li gorî tîpan rast hatine nivîsînê, ji xalbendiyê bigire heta awayê rastnivîsînê û hemû peyv û navên şaş tên bilêvkirin cih digirin. Di vê pirtûkê de ziman anîne qaydeyên standart. Zimanzan û weqfê da zanîn ku ji bo kurmanciya standart ev gava ewilî ye. Dê hûrguliyên xebatê dewam bikin. 
 
Zimanzan didin diyarkirin ku dê ev pirtûk ji bo hemû kurdan derbasdar e û rêgezên hevpar standartîze bike û wek sazîbûnê digirin dest. Zimanzan bi vê standartkirinê re ji bo zimanê kurdî bibe xwedî statûya fermî jî xebatan dikin. Her wiha ev zimanzan ji bo kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û li her qadên jiyanê pê bê axaftin di nava hewldanan de ne. Zimanzan ji hemû sazî û dezgeh, siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar, hunermend û hemû kesên xwedî wezefeya pêşengiyê bi wan re heye li her deverê xebatan bi kurdî birêve bibin. 
 
Weqfa Mezopotamyayê dê 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê yê Navnetewî pirtûka "Rêbera Rastnivîsînê" bi raya giştî re parve bike. Bi hezaran pirtûka hat çapkirin dê ev pirtûk ji hemû sazî û dezgehên kurdan ên li Tirkiyeyê, Bakûrê Sûriyeyê, Herêma Federe ya Kurdistanê, Îranê û Dîasporayê re bê şandin.
(ma)
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin