Ji YPGê li ser biryara agirbesta KENYê daxuyanî

Ji YPGê li ser biryara agirbesta KENYê daxuyanî

Piştî ku li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) biryara agirbestê hat girtin, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) daxuyand ku ew pabendî vê biryara agirbestê ye.

A+A-

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) daxuyaniyek belav kir û di wê daxuyaniyê de got,

"Li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî li ser gihandina alîkariya mirovî ya ji bo herêmên li Sûriyeyê bi qasî mehekê biryar hat dayîn ku li seranserê Sûriyeyê agirbest were ragihandin. Em wekî fermandariya YPGê pêşwaziyê li vê biryarê dikin."

YPGê di berdewamiya daxuyaniyê de anî ziman ku ew vê biryara KENY ta ji bo rawestandina şerê li hemû herêman wekî biryareke guncaw dibînin got, lê em çi şerê li dijî DAIŞ çi şerê li dijî êrîşên artêşa tirk ji bo bergiriya xwe wekî mafekî rewa dibînin.

YPGê herwisa destnîşan kir ku şandeya NY dikarin werin herêmên di bin destê hêzên me de kontrol bike û ji bo alîkariya mirovî ya wan herêmêna çavdêriyê bike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin