Ji YPGê çalakî: Fermandarek û 3 çekdarên ASAyê hatin kuştin

Ji YPGê çalakî: Fermandarek û 3 çekdarên ASAyê hatin kuştin

Hat ragihandin ku di çalekiyeke şervanên Yêkîneyên Parastina Gel (YPG) li Efrînê li hemberî çekdarên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) de fermandarek û 3 çekdar hatin kuştin.

A+A-

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li ser malpera xwe ya fermî derbarê çalekiyeke li hemberî çekdarên ASAyê de daxuyaniyek weşand. Li gor daxuyaniya YPGê, li Efrînê di çalekiyeke li hemberî ASAyê de fermandarê bi navê Ebû Xalid el-Zexlûl û 3 çekdarên din hatin kuştin.

 

YPGê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: "Di çarçoveya pêngava duyemîn a berxwedana serdemê li Efrînê de yekîneyên me YPG û YPJ, çalekiyên bibandor li dijî çekdarên ASAyê li dar xistin. Piştî şopandinek çend rojan ji aliyê yekîneyên taybet ên hêzên me, fermandarê bi navê Ebû Xalid El-Zexlûl (Cemal) di çalekiyeke ku yekîneyên me pêkanîn de hat kuştin."

YPGê di dirêjiya daxuyaniya xwe de got: "Hêzên me duh di saet 19:00an de erebeya Ebû Zexlûl li herêma di navbera gundê Kurzêlê û Basûtê de armanc girtin. Erebeya wî bi awayekî serkeftî hat rûxandin û Ebû Zexlûl hat kuştin. Piştî ku çalekî bi serket, çeteyên Feyleq El-Şam çûn cihê bûyerê, yekîneyên me ew jî armanc girtin û 3 çekdar hatin kuştin û wan hat rûxandin."

 

(Sputnik)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin