Ji weşanên Nûbiharê berhemeke din a klasîk: Gulcivîn

Ji weşanên Nûbiharê berhemeke din a klasîk: Gulcivîn

Dîwana Mela Sîraceddînê Xelîlî ku ji aliyê nivîskar Nezîr Gumuş ve hatiye amadekirin, di nava weşanên Nûbiharê de derket.

A+A-

Sê berhemên Mela Sîraceddînê Xelîlî hene: Durra Birincî (Mewlûda Kurmancî), Gulcivîn (Dîwan), Şîretên Hekîm Loqman.

Gulcivîn” dîwana wî ya helbestan e ku ji 143 helbestan pêk hatiye. Li ser mijarên civakî û eşqê hatiye nivîsîn. Di heman demê de helbestên dînî jî tê de pir in. Berhemeke giranbiha ye.

Mela Sîraceddînê Xelîlî kî ye?

Mela Sîraceddînê Xelîlî di sala 1930î de li gundê Xelîla hatiye dinyayê û zaroktiya xwe li Xelîla derbas kiriye. Xelîla gundekî herêma Torê ye û ji aliyê îdarî ve ser bi qezaya Kerboran a parêzgeha Mêrdînê ye.

Malbata Mela Sîraceddîn malbateke naskirî ya gundê Xelîla û devera Kerboran e. Ji vê malbatê gelek alim, mela û edîb derketine. Navê bavê wî Mela Ebdulhekîm e.

Di sala 1945an de çûye Amûdê. Li Amûdê di mizgeft û medreseya mala Şêx Ehmedê Kesk de xwendina xwe domandiye. Piştre çûye Qamişlo û li wê derê li cem Mela Ehmedê Zivingî (w.1893, m.1971) xwendiye.

Mela Sîraceddînê Xelîlî piştî ku li Eleqemşê îcazet standiye, dest bi melatiyê kiriye.

Di 3yê Kanûna pêşîn (meha 12an) a sala 1983yan de di 53 saliya xwe de wefat kiriye. Tirba wî li Cizîrê li ziyareta Mîr Evdaliyê ye.

Bi kurtî jîyana Nezîr Gumuş

Di sala 1980yî de li Kerborana Mêrdînê hatiye dinyayê. Bi eslê xwe ji gundê Xelîla ye ku gundekî Eşîra ‘Erebiyan e û bi Kerboran ve girêdayî ye.

Navê bavê wî Emîn e. Zaroktiya wî li Kerboran derbas bûye. Di sala 1986an de dest bi dibistana seretayî kiriye. Perwerdehîya xwe ya navîn di sala 1997an de li Kerboran temam kiriye.

Piştre di sala 1998an de li Zanîngeha Celal Bayarê beşa "Ziman û Edebiyata Tirkî" qezenc kiriye. Di sala 2002yan de zanîngeh xilas kiriye û di ‘eynî salê de li Cizîrê dest bi mamostetiya Tirkî kiriye. Di van salan de li Cizîr û Şernex dersa Tirkî daye. Piştre jî di sala 2006an li Batmanê heman wezîfe domandiye.

Di sala 2010an de li Dîlokê di Dunya Tvyê de dest bi xebatê kiriye. Di Dunya Tvyê de bi zimanê Kurdî karê çêkerî, pêşkêşvanî, wergerî hwd. kiriye.

Sê bername bi zimanê Kurdî (Helbestên Nemir, Kurdî Hîn Dibim, Hûn Çi Dibêjin?) amade û pêşkêş kirine. Di vê demê de dersa Kurdî daye xwendevanan.

Nezir Gumuş bi sê hevalên xwe re “Ferhenga Kurdî-Tirkî” amade kiriye. Ev berhem berhema Kurdî ya pêşî ye ku ji aliyê Weşanxaneya Saziya Zimanê Tirkî (Turk Dil Kurumu) ve hatiye çapkirin. Ji xeynî vê jî, berhema helbestvanê Tirk Mehmed Akîf Ersoy ya bi navê “Safahat”ê ji aliyê wî ve ji Tirkî hatiye wergerandin. Ev berhem jî ji bo çapê amade ye. Di dawiya sala 2015an de dest bi şêwirmendiya Altan Tan kiriye û bi qasî sê salan ev wezîfe domandiye. Ji sala 2018an ve dersa Kurdî û Îngîlîzî dide.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin