Ji Weqfa Îsmaîl Beşîkçî semîner: CHP û Kurd

Ji Weqfa Îsmaîl Beşîkçî semîner: CHP û Kurd

Weqfa Îsmaîl Beşîkçî bi navê ‘’Jı Bo Bı Rê Ve Bırınê Zanîn’: Dı Bın Ronahîya Dokumantên Nû Raporên Partîyekê, CHP û Kurd” lidardixe

A+A-

Navenda Nûçeyan- Weqfa Îsmaîl Beşîkçî bi navê ‘’Jı Bo Bı Rê Ve Bırınê Zanîn’: Dı Bın Ronahîya Dokumantên Nû Raporên Partîyekê, CHP û Kurd” lidardixe

Moderetorê semînerê Omer Faruk Yekdeş e. Nivîskar û lekolîner Ercan Çaglayan wek axaftvan beşdarvanê semînerê ye.

Semîner wê 9ê sibata 2020an li Stenbolê di saet 17.00an de destpê dike.

 

Di vê civînê da, raporên serdema yek partîbûyînê wê têkeve nava senifandineke kategorîk û kronolojîk; girîngtirîn tişt, heta îroj hem di raya giştî da hem di akademîyê da bi rêya sê raporên ku têra xwe nayên zanîn, tespîtên CHPyê ku li ser Kurdan an jî weke bi  nav kirina wê ya di lîteraturê da ‘’Gelemşeya Kurdîtîyê’’ wê bibe mijara nîqaşê. Ji van sê raporan ya yekemîn Hasan Reşit Tankutê ku parlementerê CHPyê, di payîza 1940an da wextê ew konferansên ku di Wan, Mûş, Bedlis û Sêrtê da pêşkêşî dikir di derheqê bajarê ku dihat behskirin ji nîşeyên şeş rûpelan pêk tê. Ya duyemîn di payîza 1942an da sekreterê umumî yê CHPyê Memduh Şevket Esendalê ku di rêwîtîya encama ew 12 bajarên di Vilayet-î Şarkîyeyê de derbas dibe raporeke bi 87 rûpelî ye. Ya sêyemîn jî ji alî parlementerê CHPyê yê Karsê Cevat Dursunoğlu hatîye amadekirin û di 27 Adar 1944an da ji sekretere umumî yê CHPyê ra hatîye pêşkêşkirin, bi navê ‘’Türkîye’deki Azınlıklara Dair’’ û raporeke 37 rûpelî ye. Di vê civînê da, ev her sê raporên ku bûne mijara axaftina referans hatîye girtin û wê hewl bê dayîn ku wêneyên bûrokratîk, çandî, aborî, sîyasî, civatî, demografik û etnîkî ya salên yekpartîbûyînê ya wilayetî Şerqîyeyê were girtin. Bi vegotineke din di civînê da li gor tevgera raporan wê li ser dabeşkirina terîtoryal, mezhebi, olî, zimanî û etnîkî ya nifûsa Vilayet-ı Şarkîyeyê da; mêjera nifûsa filehan di bajaran da û bi gotina nûnerên  raporan ji bo dewletê talûke bûyîn an nebûna wan; xwestekên gel yên sîyasî û nêrîna li hember pêrgala Kemalîst ; bi gel ra têkîlîya cendirme û bûrokratên xwecihî û li ser vegotinên elîtên Kemalîst ên derheqê ‘’dahatûya’’ rejîma komarê bê sekinin. Di encama van tiştan da nêrîna CHP ya serdemê li hember ‘’Gelemşeya Kurdî’’ û li ser fikarên reyên li ser çareserkirinê were axaftin.

 

 

ERCAN ÇAĞLAYAN di sala 1980yî da li Bîngolê hatîyê dinê, dibistana seretayî û dibistana navîn jî li vî bajarî qedandîye. Li Zaningeha Erzurum Ataturkê di beşa dîrokê da lîsans(2001), master(2008) û doktora(2012) xelas kirîye. Di Rêbendana 2019an da li ser pisporîya dîroka sîyasî bû doçent. Hin mîjarên sereke yên pêwenîdar e; dîroka bajaran, netewperwerî, komên etnîkî, kêmar, netewe-dewlet, modernîbûna kemalîst, modernîzm, xebatên madûnîyetê. Nivîs, hevpeyvîn û gotarên nivîskar bi vî awayî ne; Bilge Adamlar, Birikim, İçtimaîyat, Kürt Tarihi, Milel ve Nihal, Radikal, Şarkîyat, Tarih Okulu, Tarih ve Gelecek, Turkish Studies, rojname û kovarên mîna Vate û Yeni Türkîye hat weşandin. Pirtûkên Çağlayan ên hatine çapkirin ev in: Cumhurîyet’in Dîyarbakır’da Kimlik İnşası [1923-1950], Weşanên İletişimê, 2014; Zazalar: Tarih, Kültür ve Kimlik, Weşanên Zanîngeha Bilgîyê ya Stenbolê, 2016; Kemalist Ulus-Devletin İnşası: Eğitim, Kültür, Mekân ve İskân Politikaları, Açılım Kitap, 2018; Cumhurîyet’in Doğu’su: Devlet, Parti, Toplum, Weşanên Pinarê, 2019; “Dünyada Van”: Nüfus, Etnisite, Tarih ve Toplum (Der.), Weşanên İletişimê, 2019 ve “Burası Muş’tur”: Tarih, Toplum, Kültür ve Edebîyat (Ed.), Weşanên Pınarê, 2019.

 

seminer-ercan-caglayan-30-01-20-1.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin