Ji walîyê Kerkûkê di derbarê daxistina ala Kurdistanê de bersivek tarîxî

Ji walîyê Kerkûkê di derbarê daxistina ala Kurdistanê de bersivek tarîxî

”Tenê bi şertekî Ala Kurdistanê dê bê daxistin, ew jî eger rengê wê jê çûbe û yeka nû li cihê wê were bilindkirin.”

A+A-

Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ragihandîye, ku biryara Dadgeha Iraqê ti bandorê li ser bilindkirina Ala Kurdistanê nake û gotîye: “Tenê bi şertekî Ala Kurdistanê dê bê daxistin, ew jî eger rengê wê jê çûbe û yeka nû li cihê wê were bilindkirin.”

Li ser biryara Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ya bilindkirina Ala Kurdistanê li tevahî sazî û dezgehên vî bajarî, 5 endamên fraksiyona tirkmenan li Dadgeha Karîgerî de gilî tomar kiribûn. Dadgehê jî giliya tirkmenan di cîh de dîtibû.

Derbarê vê mijarê de Serokê Fraksiyona Tirkmenan li Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Tehsîn Kehiye ji Rûdawê re gotîye: “Biryara Dadgeha Karîgerî bi temamî yasayî ye. Ew dixwazin rêveberiya xwecihî jî biryara dadgehê pêk bîne. Bi biryara dadgehê, biryara Encûmena Parêzgeha Kerkûkê hatiye hilweşandin. Eger bicîh neynin ew ê mijarê bibin civaka navdewletî.”

Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm jî di vê mijarê de helwesta xwe dubare kirîye û gotîye: “Tenê bi şertekî Ala Kurdistanê dê bê daxistin, ew jî eger rengê wê jê çûbe û yeka nû li cihê wê were bilindkirin.”

Roja 28ê Adara 2017ê, Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bi piraniya dengan biryar dabû ku li ser avahiya parêzgehê û fermangehên hikûmî Ala Kurdistanê were bilindkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin