JI TRUMPÎ BO KONGREYÊ NAMEYA TIRKIYÊ: TIRKIYÊ JI LÎSTEYÊ DERÎNIN!

JI TRUMPÎ BO KONGREYÊ NAMEYA TIRKIYÊ: TIRKIYÊ JI LÎSTEYÊ DERÎNIN!

Serokê Amerîkayê Donald Trumpî nameyek ji Kongreya Amerîkayê re şand û diyar kir ku nîyeta wî ev e ku Tirkiyê ji lîsteya welatên ku ji bacê bexşandî ne derxîne.

A+A-

Donald Trumpî di nameya xwe de ji Kongreyê re ragihand nîyeta wî heye ku Tirkîyê ji lîsteya programa bi navê Sîstema Bibijêrên Gelemperîkirî ku bo welatên di bin geşedanê de ne ji bacên gumrikê bexşandî dike derxîne.

Trumpî sedema deravêtina Tirkîyê ji vê lîsteya welatên bexşandî ya bacên gumrikan jî, wisa diyar kir ku Tirkiye ne welatekî dibin geşedanê de, lê ew welatekî pêşketî ye. Trumpî di nameya xwe de got di nav45 salan de ku Tirkîye di vê lîsteyê de cih digirt, aborîya Tirkîyê mezin bûye.

Hêjayî gotinê ye ku gelek malper û rojnameyên çapemenîya tirk, piştî demekê, ev nûçeya li ser nameya Trumpî, ji malpera xwe rakir.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin