Ji Tillerson bo Tirkiyê hişyariya pêwendiya digel ‘Îranê’

Ji Tillerson bo Tirkiyê hişyariya pêwendiya digel ‘Îranê’

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson bang li Tirkiyê kir ku di pêwendiyên xwe yên digel Îranê de, ewlehiya welatên Hevpeymana NATOyê li ber çav bigire.

A+A-

Rex Tillerson îro Sêşemî di gotara xwe de ya li Willson Centerê, derbarê pêwendiyên Amerîkayê û Ewropayê de axivî. Tillerson, pêwendiyên navbera Tirkiye, NATO û Îranê jî nirxand û daxwaz ji Tirkiyê kir, ku di pêwendiyên xwe yên ligel Îranê de ewlehiya welatên Hevpeymaniya NATOyê li ber çav bigire.

Tillerson her wiha got; Îran û Rûsya nikarin wê qazanc û mifaya aborî û siyasî pêşkêşî xelkê Tirkiyê bikin, ku endambûna di welatên rojava de pêşkêşî Tirkiyê dike.

Tillerson sekna Trump ya li ser Îranê jî nirxand û got êdî tenê rêkevtina etomî ya welatên 5+1 û Îranê, xala siyaseta Waşingtonê li hember Tehranê nabe, belku ew pabend in bi destnîşankirina hemû gefên Îranê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin