Ji Terîqeta Xelwetiyê Şairek: Şêx Şemseddînê Qutbê Xelatî

Ji Terîqeta Xelwetiyê Şairek: Şêx Şemseddînê Qutbê Xelatî

.

A+A-

Occo Mahabad

Şêx Şemseddînê Qutbê Xelatî di wêjeya Kurdî de yekemîn helbestvanê Terîqeta Xelwetiyê ye. Şêx Şemseddîn di sala 1588an de li Xelata Bedlisê tê dinyayê. Malbata wî girêdayî binemaleke navdar û rewşenbîr e ku  ji Hemedanê koçî Xelatê kirine. Ew bi koka xwe digêhe Şêx Huseynê Exlatî yê navdar û rêzdar. Xwendina xwe ya pêşî li cem bavê xwe Seyîd Ebdulkerîm distîne. Wekî şagirtên din xwendina xwe bi destê çend mamosteyan didomîne. Piştî perwerdeya xwe ya bi salan îcazeta xwe ya olî û zanistî hildide, dibe yek ji alimê zemanê xwe. Ji ber sedema şerê di navbera Osmanî û Safeviyan bi bavê xwe Seyîd Ebdulkerîm û birayê xwe Mihemed Emîn re Xelatê terk dikin û diçin Hekariyê li ba eşîra Doskiyan bi cih dibin. Di wê demê de Mîrê Hekariyê Îmadeddînê Hekkarî ye ku hukm û desthilatdariya wî heya sala 1639an berdewam kiribû.

Em zanin ku giregirên malbata Xelatî ku ji Hemedanê koç kiribûn girêdayî Terîqeta Sehrwerdî bûn.  Seyyîd Elî Hemedanî ku ji binemala Şêx Şemseddîn e li Rojhilatê Kurdistanê Şêxê Terîqeta Sehrwerdî bû. Ji ber xizmetên wî yên kirî li Xorasanê jê re gotine “El-Muvahhidû’l-Xorasanî.'' Ji ber vê Tekyaya Brîfkanî ku ji aliyê Şêx Şemseddînê Xelatî ve hatibû damezrandin wek cihê  Terîqeta Sehrwerdî jî tê dîtin. Lê em baş zanin ku Şêx Şemseddînê Xelatî di herêma Brîfkanê de damezrîner û belavkerê Terîqeta Xelwetiyê ye.

Koka termê Xelwetiyê li cihekî xalî ji tenêmayînê tê. Yek ji terîqetên herî mezin e di nava Cîhana Îslamê de. Bawermendên vê terîqetê ji bo ku xwe gunehên dinyayê biparêzin û bibin mûmînekî baş, xwestine ku li cihê bêdeng û xalî bijîn, îbadetên xwe di nava aramiyekê de bikin. Tê angaştin ku ev bawerî cara ewil ji aliyê Omer el-Xelwetî ve hatiye damezrandin û belavkirin.

Şêx Şemseddîn di seferekê de bi Ertûşiyan re diçe Imadiyeya paytexta mîrnişîniya Behdînan û bi mîrê wê demê Seydî Xan re têkîliyên xurt çêdike û dibe dostê wî. Mîr dibîne ku Şêx Şemseddîn merivekî zana û oldarekî bawermend e dixwaze di vê derê de  bi cih bibe, bi xebatên olî, xelkê deverê bike xwedî xwendin û ilm lewma heft gundên eşîra Mizûriyan wek diyarî dide Şêx Şemseddîn. Gundê Birîfkan, Gelî Riman, Bazîdkê, Bêgeh, Rikava, Aluka û Tildêbê ew gund in ku diyarî Şêx Şemseddîn hatibûn kirin. Şêx Şemseddîn heta mirina xwe li Brîfkanê jiyana xwe derbas dike. Pênc kurên Şêx Şemseddînê Xelatî çêdibin. Her pênc kurên wî jî mirovên zana û rewşenbîr in, rêz û hurmeteke mezin ji aliyê xelkê deverê ve dibînin.

Şêx Şemseddîn li Birîfkanê bi cih dibe û li wir di sala 1621ê de tekyayeke Xelwetî ava dike. Şêx Şemseddînê Qutbê Xelatî bi qasî 53 salan li Birîfkanê di tekyaya xwe de wezîfe kiriye, ilm û irfana xwe bi xelkê deverê re parve kiriye. Di sala 1674an de 88 salî bûye li Birîfkanê jiyana xwe ji dest daye. Îro gora wî ji bo xelkê deverê cihekî pîroz e wek mezergehekê tê ziyaretkirin.

Şêx Şemseddînê Xelatî zanayek û sofîyekî navdar, helbestvanekî jêhatî bû, wî helbestên xwe bi kurdî, erebî û farisî nivîsandine. Şêx Şemseddînê Qutbê Xelatî di hinek helbestên xwe de wekî Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran peyvên Tirkî bi kar anîne. Tê dîtin ku Şêx Şemseddîn di helbestên xwe de mexlesên Xelwetî û Sûfî bi kar anîne. Bi vî awayî diyar dike ku girêdayî bawerî û rêya Xelwetiyê ye.

Dîwaneke wî heye tê de 16 helbest û du helbestên netemambûyî hene. Helbestên wî ji aliyê Şêx Memdûhê Birîfkanî ve hatine berhevkirin û parastin. Şêx Memdûh di sala 1940an de dest bi komkirin û nivîsandina helbestên Şex Şemseddîn dike û piştî xebata 26 salên şûn de  di sala 1966an de karê xwe temam dike.

Helbestên Şêx Şemseddîn cara pêşî bi hewlên Zahid Brîfkanî li Swêdê ji aliyê weşanxaneya Roja Nû ve bi navê Dîdarê Yar di sala 2001ê de tên çapkirin. Çapa duyemîn ya vê berhemê di sala 2001ê de li Hewlerê ji aliyê Weşanxaneya Arasê bi pirtûkeke 70 rûpelî derdikeve. Çapa sêyemîn di sala 2002yan de dîsa li Hewlerê û ji weşanxaneya Arasê derdikeve.

Şêx Şemseddîn, hemdemê Mela Ehmedê Cizîrî û Feqiyê Teyran e lê heya niha qedrê wî baş nehatiye zanîn. Şêx Şemseddîn, bi baweriya wahdetu’l wucûdê gellek helbest nivîsandine. Ev bawerî di helbestên wî de eşkere tên dîtin.

Ez ku mestê meyê işq im te ne nâ hâ yâ hû

Mısr û Bexda û Dimeşq im te ne nâ hâ yâ hû

 

Âşiq û deng im û kâs im melek û cin im ve nâs im

Xeyrê vî kesê dî nenâs im te ne nâ hâ yâ hû

 

Mezherê zât û sifat im me’denê eynê heyât im

Keştiyê Nûh û necât im te ne nâ hâ yâ hû.

 

Piraniya helbestên wî li ser mijarên olî û sofîtiyê ne. Helbestên wî yên li ser mijarên eşq û tesewûfê pir rengîn û herikbar in. Ew di helbesta xwe ya Derdê Işq de dijwarî û êşa dilê xwe bi xemgînî û bêçaretiyeke mezin aniye zimên.

Derdê Işq

Alem eger çi qal dikin, ezê bêjim ji derdê işq

Qetlim eger helal dikin, ez dibêjim ji derdê işq

Mûnkirî vê ji mêjin ew, ji dîrîyê dibêjin ew

Xûnim eger dirêjin ew, ez dibêjim ji derdê işq

Ji derdê işq evan dibêm, zahire hem eyan dibêm

Sirrê xefî beyan dibêm, ez dibêjim ji derdê işq.

………..

Mijara eşq û êş wekî hemû helbestvanên klasîk li ba Şêx Şemseddîn jî girîng û pîroz e. Eşq carinan bi hebûna Xwedê re carinan bi tunebûna dermanan re hatine honandin. Di eşqa Şêx Şemseddîn de fidekarî, wêrekî û baweriyeke teqez tê dîtin. Ew dizane ku bêyî eşq mirov kêm e mirov nebaş e lê eşq jî zor e bi derd, elem û keder e.

Xemê Işqê

Dîsan ji xemê işqê, ez bê hiş û bê bîr im

Mecnûn im la ye’iqîlû, dîn û bêhiş im

Işqê ku peyda bûye, aqil ji serê min birye

Bê nav im û bê deng im, bê ’ar im û rûswa me.

……….

Şêx Şemseddîn yekemîn helbestvanê Terîqeta Xelwetiyê ye ku di dawiya sedsala 16an heta sedsala 17an jiyaye. Şêx Şemseddînê Qutbê Xelatî bi hewl û xebatên xwe yên edebî û ilmî li her deverê Kurdistanê deng vedayê di dilê xelkê xwe de her tim bi rêzdarî jiyaye.

ÇAVKANÎ:

- Zahid Brîfkanî / Memdûh Birîfkânî, Dîdârê Yâr Dîwana Şêx Şemseddinê Qutbê Exlâtî yê Birîfkanî, Stockholm: Weşanên Roja Nû 2001.

- Seyyid Mahmut Bırifkani, Bırifkan Seyyidleri, Ankara: Poyraz Ofset 2011.

- Bursalı Mehmed Tahir, Osmanlı Müellifleri, İstanbul: Matbaa-i Âmire 2009.

- Abdulcebbar Kavak, Şeyh Şemsüddin el-Ahlâtî ve Birîfka Tekkesi, Uludağ Üniversitesi İlahiyat Fakültesi Dergisi 23 (2014/1).

- Abdulcebbar Kavak, , “XVII. Asır Halvetî Şeyhlerinden Şemsüddin Ahlâtî ve Kürtçe Tasavvufî Divanı”, Uluslararası Seyyid Yahya Şirvanî ve Halvetîlik Sempozyumu Bildirileri Kitabı, (ed. Orhan Söylemez ve dğr.), Eskişehir 2014, s. 403-418.

- Selçuk Eraydın, Tasavvuf ve Tarikatlar, İstanbul: M.Ü. İ.F. Yayınları 2008.

- Şerefxane Bedlisi, Şerefname, Weşanên Avesta.

- Zahid Birîfkânî, Zibânê Kurdî Dîwana Şêx Nureddinê Birîfkanî, Hewlêr: Weşanên Aras 2002.

- Abdulreqîb Yusif, Şairên Klasîk ên Kurd, Weşanên Jîna Nû, 1988.

Bu yazı toplam 0 defa okunmuştur.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin