Ji stêrka cîhanî ya operayê Svetlana Kasyan yekemîn strana Kurdî

Ji stêrka cîhanî ya operayê Svetlana Kasyan yekemîn strana Kurdî

.

A+A-

Svetlana Kasyan, sopranoya stêrka cîhanî yekemîn strana xwe ya Kurdî tomar kir. Strana Kurdî ya gelerî “Wey Nêrgîz,” vê carê bi dengekî belûr ê stranbêja operayê Svetlana Kasyan ket fona zêrîn ya gencîneya mûzîka Kurdî.

Svetlan Ksyan kelecana xwe ya ji ber yekemîn strana xwe ya Kurdî bi Rûdawê re parve kir û da zanîn, 17 meha Kanûnê dê danasîna albûma xwe ya nû bike, tê de ew strana Kurdî jî cih digre.

Sala 2017-an Svetlana Kasyan di hevpeyvînekî de ji Rûdawê re hêvîya xwe ya hrî mezin anî bû ziman, ku  stranên Kurdî bubêje û rojekê li Kurdistanê derkeve pêş temaşevanên Kurd û hunera xwe pêşkêşî gelê xwe jî bike. 

Svetlana Kasyan li bajarê Gurcistanê Batûmê di malbateke Kurd ên-êzîdî de ji dayîk bûye. Lê dema ew hêj 9 salî bûye, ji ber şerê li wî welatî, malbata wê koça Kazaxistanê kiriye. Mamosteya wê ya muzîkê ya pêşîn jî diya wê Seda xanim bûye.

Paşê Svetlana tê Moskowê û li Konservatuara Çaykovskî, ji mamostayên mezin ên rûs dersên şan werdigre. Pey re jî li Waşîngtonê li gel mayestroyê Amerîkî Plasîdo Domîngo jî stajeriyê dike.

Svtlana sala 2011-an konservatuarê diqedîne û pisporiya stranbêjiya solo werdigre. Û di heman sale de jî li bajarê Komara Çînê Nînbo xelata pêşîn a Pêncemîn Pêşbaziya Navneteweyî ya Stranbêjan bi dest ve tine.

Svetlana Kasyan cara pêşîn sala 2010-an derdikeve ser sehneya Teatra Bolşoy. Ji sala 2011-an li sehneya Bolşoyê partiya sereke ya operaya Toska ya Cakomo Pûççînî dixwîne. 

Dîsa sala 2011-an li bajarê Îtalyayê Barî, Svetlana xwe di Nehemîn Semfoniya Bethoven de diceribîne. 

Sala 2013-an ew, li Teatro Regio ya li Turînê derdikve ser sehne û di operaya Don Karlos de partiya Şahbanû Elîzabet dixwîne. 

Piştî van serkeftinan, Îtalya êdî serkeftina keça Kurd qebûl dike û Teatra La Feniçê ya Venedîkê jî deriyên xwe jê re ve dike.  Svetlana di Bienalê Venedîkê de derdikeve pêş cemawara Îtalî. 

Sala 2012-an li Athinayê nêzî 6 hezar temaşevan tên konsera wî û awazsazê navdar ê Yûnanî Mîkîs Teodorakîs piştî wê konserê Svetlana wek Mariya Kallas a nû binav dike.  

Svetlana Kasyan ji destpêka kariyera xwe ve bi berdewamî li her aliya cîhanê beşdarî konserên xêrxwaziyê dibe. 

Sala 2013-an sopranoya Kurd  li paytexta Îtalyayê Romayê solo-konserekî dide, ku di bin serpereştiya serokomarê Îtalî û Civata Papayê Romayê de hatibû organîzekirin. Heman rojê Papa Romayê Frençois şexsen pêşwaziya Svetlana dike.

Îro Svetlana Kasyan li mezintirîn sehneyên Ewrûpayê, yên mîna Tûrîn, Venedîk û sehmenyên din ên welata operayê Îtalyayê bi wêrekî derdikve pêş hezkerên operayê.

 

Hevdîtina Svetlana Kasyan li gel Papa

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin