Ji Şivan Perwerî peyama Efrînê: Çi ji dest me tê...

Ji Şivan Perwerî peyama Efrînê: Çi ji dest me tê...

Hunermendê kurd Şivan Perwer diyar kir ku dilê wî ligel gelê Efrînê ye, "Em amadene her tişta ji destê me tê bo Efrîn, Şingal, Kerkûk, Kirmaşan û tevahiya Kurdistanê bikin."

A+A-

Şivan Perwer derbarê Efrînê de ji Rûdawê re axivî û got:

"Kurdistan welatekî gelekî mezin, berfireh û xweş e. Ji Kirmanşan bigire heta Mehabad, Amed, Efrîn û Qamişlo raserê Kurdistanê weke bihuşt e, lê mixabin perçe bûye û ne di destê miletê kurd de ye."

Derbarê erdheja Kirmaşanê de Perwer xemgîniya xwe diyar kir û wiha domand:

"Berî niha li Kirmnaşanê erdhejek çêbû û gelê kurd di rewşeke gelek xirab de bû û derdora wê şer û pevçûn hebûn loma alîkarî pêwîst negihîşt xelkê Kirmanşanê. Ew bajareke dîrokî û kurdewarî yê Kurdistanê ye. Ez rêz û slavên xwe bo xelkê me yên Kirmanşanê dişînim. Ez niha jî taybet bo Kirmanşanê stranekê çêdikim."

‘KARESATÊN MEZIN LI SER GELÊ KURD HENE'

Perwer da zanîn ku berî niha li Şingal û Kerkûkê karesatên mezin bi ser gelê kurd de hat û derbarê êrişên bo ser Efrînê de jî wiha got: "Miletê kurd di bin zext, êş û dagiriyeke gelek mezin de ye. Niha jî li Efrînê dagiriyeke gelek mezin heye. Efrîn yek ji cihên Kurdistanê yê herî bedew û xweş e. Ew bax, baxçe û hêşînkayiya li Efrînê heye, li ti ciheke din nîne."

‘KURD WEK KURMÊ DARÊ DI NAV HUNDIR DE HEV DU RÊK DIBIN'

Şivan Perwer destnîşan kir ku, "Her çend kurd li hemberî şer li berxwe didin, lê di navbera hêz û tevgerên kurdî de yekîteyek nîne. Kurd wek kurmê darê di nav hundir de hevdu têk dibin. Heger kurd bibana yek wê demê cîhanê dê wan nas bikiran. Ji bo Efrînê dilê me gelek diêşe, em amadene her tişta ji destê me tê bo Efrîn, Şingal, Kerkûk, Kirmaşan û tevahiya Kurdistanê bikin."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin