• Diyarbakır 14 °C
  • Batman 17 °C
  • Hakkari 5 °C
  • Şırnak 15 °C
  • Ağrı 8 °C

Ji șeva li Parîsê piștgiriya Kurdistanê derket

Ji șeva li Parîsê piștgiriya Kurdistanê derket
Bi piștigiriya Enstîtuya kurdî ya Parîsê, kovara La regle du jeu, rêxitina SOS Racisme û UEJFê, di 2yê çiriya pașîn de, li sînemaya Saint Germain – Parîsê șeveke piștgiriyê hate li dar xistin û bi yekdengî biryara piștgiriya Kurdistanê hate dayin.

Bi piștigiriya Enstîtuya kurdî ya Parîsê, kovara La regle du jeu, rêxitina SOS Racisme û UEJFê, di 2yê çiriya pașîn de, li sînemaya Saint Germain – Parîsê șeveke piștgiriyê hate li dar xistin. Di șevê de, li gel girseyeke mezin a ji kurd û dostên kurdan pêkhatî navdarên weke; serokwezîrê berê yê Fransayê, Manuel Valls, seroka șaredariya Parîsê, Anne Hidalgo, wezîrê karê derve yê berê Bernard Kouchner, nivîskar Caroline Fourest, fîlozof Bernard-Henri Lévy, generalê kurd Hejar Îsmail û Kendal Nezan amade bûn.
Șevê bi axavtina vekirinê ya Bernard-Henri Lévy û nîșandana filmê wî “La bataille de Mossoul / Șerê Musilê” dest pêkir. Pașê kesayetiyên navborî li gor protokolê axivîn û piștgiriya xwe bi gelê Kurd û Kurdistanê re nîșan dan.
Pêșî Anne Hidalgo peyivî û bahsa seredana xwe ya Hewlêrê û kampên penaberan ên li Kurdistanê kir û wiha got; “Gava min rêkûpêkiya kampên Kurdistanê dît û yên me hatin bîra min, min ji ber xwe fedî kir. Min jinên êzîdî yên ji destê Daișê rizgar bibûn, cesaretê Pêșmerge dît. Divê em Kurdan bitenê nehêlin, ji be ku ew ne tenê ji bo xwe jin û mêr tev de șer dikin. Ew nirxêr mirovayetiyê, yên șaristaniyetê diparêzin. Barzanî serokekî têkoșer e, em ji Parîsê dibêjin em bi we û doza we ya rewa re ne...”
Manuel Valls jî wiha axivî; “Piștgiriya Kurdan nekirina Faransa ya îro, weke piștgirînekirina Front populaire / Eniya gel a fransî ye ku wextê xwe komariyên Îspanya li hember fașîzmê neparast e. Divê em kurdan bi tenê nehêlin ji ber ku ew li hember cîhadîsme demokrasiyê diparêzin, nirxên mirovayetiyê diparêzin. Kurd ne bitenê ne, birayê me ne û em ê tim piștgirê wan bin...”
Bernard Kouchner di axavdina xwe de bahsa neheqiyên ku ji peymana Sevrê û heta niha li Kurdan hatine kirin kir û wiha domand, “Kurd weke milet rabûn ser xwe û daxwaza xwe ya ji bo azadiyê bi % 93 ji dinyayê re diyar kirin. Tevî hemî astengan Kerkûkiyan jî bi Tirkmen, Ereb û Mesîhiyan ve % 84 dengên xwe ji bo serxwebûnê dan. Lê mixabin me çavê xwe ji Îranê re girt ku êrîș bike. Awrûpa, Amerîka dibêje ne wext e! Ji bo azadiyê wext tuneye, em nikarin li bedî dîktatoran rawestin ku azadiya me bidin me. Piștî ilankirina encamên referandûmê û heta heftiyek di ser êrîșa Kerkûkê re derbas bû jî, deng ji me derneket, ev yek ji bo me șerm e. Berpirsiyariya Fransa heye, di navbera wê û Kurdistanê de evînek jî heye. Divê evîna di navbera Kurdistan û Fransayê de berdewam be...”
Pașê Kendal Nezan axivî û got ; “Bi dîtina we ez dibînim ku Kurd ne bitenê ne. Kurd ji bo tevkujî çênebin ji beșeke axa xwe vekișiyan, lê ev yek dê wiha dom neke. Li welatekî Federal divê rêz li destûrê û qanûnan bê girtin. Referandûm li gor maddeyê 140ê yê destûra Iraqê pêk hat, ji bo wê jî dadgeha bilin li bexdayê got em nikarin bêjin ku ne qanûnî ye. Șiiyan berî referandûmê gotin em ê êrîșî Kerkûkê bikin. Șer Îranê derxist, niha dixwaze rê li ber Kurdên rojavayêbâșûrê Kurdistanê jî bigre. Fransa dikare pêșengiya dîplomasiyeke ku rê li ber armanca êrîșker a Îranê û șiiyên Iraqê bibre bike. Ji bo alîkariya Kurdan jî divê vê bike. Kurdan hîn peyva xwe ya dawîn negotine, hêviya wan ji Fransayê heye...”
General Hejar Îsmail jî di axavtina xwe de got, "Me Saddam Hussein têk bir, me zora Daișê bir û niha jî dora Șiiyan ne. Tawan her wek xwe dimîne, rûçikê tawankar diguhere, lê çand û mentalîteya cîhadîzm û kevneperestiyê her weke xwe dimîne. Di șerê Daișê de, 2000 pêșmergeyên me jiyana xwe ji dest dan. Em ji bo așitî, azadî û nirxên mirovayetiyê șer dikin, ji bo vê jî pêdiviya me bi piștgiriya madî û manevî ya dostên me heye...”
Șev bi xwendina manîfestoya piștgiriyê ji alî Bernard-Henri Lévy ve bi dawî hat.
Paris / Yaqûb Karademir

Ev nûçe 1145 caran hatiye xwendin
BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
LI VÊ NÛÇEYÊ HÎN ŞÎROVE BARNEBÛNE.
Nûçeyên din