Ji serokê Parlamentoya Federal ya Belçîka Birêz Patrick Dewael re

Ji serokê Parlamentoya Federal ya Belçîka Birêz Patrick Dewael re

.

A+A-

Em bi memnûniyeteke mezin pêşwazîyê li biryanameya we ya ku li ser komkujiya Êzîdiyan ku ji aliyê Komîsyona we ya derve hatiye amadekirin û ji bo parlamentoya we ya federal hatiye pêşkêşkirin û we jî wek parlamento pejiraniye, dikin. Em piştgirên Partîya Azadîya Kurdistanê ku li Ewropa dijîn, wek Kurdên hemû dinyayê, bi dilniyazî vê biryara we teqdîr dikin.

Belçîka bi helwesteke mîsalane bû yek ji welatên yekem ê dinyayê ku qetlîama Êzîdiyan wek komkujî bi nav dike. Hun bi vê biryara xwe wek Parlamentoya Federal a Belçîka, êrîşên ÎŞÎDê yê piştî Tebaxa 2014an a li ser Kurdên Êzîdî, fermî wek komkujî pejirand.

Xusûsek din ku me Kurda kêfxweş kir, di dema dengdanê tu dengê li dijî biryarnameyê ji parlamentoya we derneket.

Em wek piştgirên Partîya Azadîya Kurdistanê ku li Ewropa dijîn, ji ber vê biryarê, dewleta Belçîka pîroz dikin, herweha spasdariya xwe ji bo endamên Meclîsa we ya pîroz pêşkêş dikin.

Seval Mert

Seroka PAK-EWROPA

(Piştgirên Partîya Azadîya Kurdistanê li Ewropa)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin