Ji Serokatiya Herema Kurdistanê di derbarê hevdîtina Barzanî-Macron de daxuyanî

Ji Serokatiya Herema Kurdistanê di derbarê hevdîtina Barzanî-Macron de daxuyanî

.

A+A-

Serokê Herema Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendina fermî ya Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron çû Parîsê û li Koşka Elyseeyê nêzikî du saetan bi Maron re hevdîtin pêk anî.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beriya demekê gihîşt Koşka Elyseeyê û ji aliyê Serokê Fransayê Emmanuel Macron ve hat pêşwazîkirin.

Di derbarê hevdîtina bi Macron re ji aliyê Serokatiya Herema Kurdistanê vê daxuyaniyek hat belav kirin û di daxuyaniyê de wiha hat gotin “Serok Emmanuel Macron xweşhaliya xwe bi hevdîtina Serok Nêçîrvan Barzanî derbirî û spas kir ku ji bilî wê rewşa dijwar ya Koronayê dirust kiriye serdana Parîsê kir, her wiha berdewamiya pêkve kar kirin û piştgîriya Fransa ya li çarçêweya hevpeymaniya navdewletî da ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê dubare kir”

Di derbarê naveroka civînê de hat ragihandin ku “Di civînê de rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê û navçeyê bi giştî guftûgo kirin û bi navê aramiya Iraq û navçeyê û rûbirûbûna gef û metirsiyên DAÎŞê da, tekez li ser pêşxistina peywendiyan û hevkarî û hevbeşiya Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Fransa kirin, her du alî li ser girîngiya hebûna têgihiştina hevbeş ya ji bo parastina aramiya li navçeyê de bi hevre bûn.”

Herwiha di daxuyanê de hat zanîn ku herdu serok li ser serdana Papa Francis jî sekinîne dibêje “Serok Macron behsa serdana dawî ya Papayê Pîroz Francis ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir û balkişand li ser wê yekê ku bihîstiye serdan cihê xweşhaliya Papa buye û bi rûdaneke girîng da zanîn. Ji aliyê xwe ve Serok Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku serdana Papa ya Iraq û Herêma Kurdistanê bandoreke erênî li ser hemû pêkhatên welat de hebûye.”

Li gorî daxuyaniyê ji bo alikariya Fransayê Serokê Herema Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasiya xwe pêşkêşî Macron dike û wiha berdewam kir “Di civînê de Serok Nêçîrvan Barzanî, spas û pêzanînên Herêma Kurdistanê ya ji bo piştgîriya Serok Macron û Fransa ya li demên dijwar de ji bo gelê Kurdistanê dûbare kir û amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo karkirin û alîkarî û hevbeşiya li gel Fransa û civaka navdewletî derbirî û bi navê çareserkirina pirsgirêkên Iraq û dabînkirina aramiya li navçeyê da, her wiha hevkariya Fransa û civaka navdewletî ya ji bo çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr – Bexda û pêkve kar kirin û hevbeşiya hemû pêkhatên Iraqê li proseya siyasî da ji bo çareseriyê bi girîng û bi pêwîst zanî.”

Li ser gefên DAÎŞê, rola Pêşmerge û heremên nakok jî dibêje “Metirsiyên terorê û serhildana DAÎŞê mijareke dinê civînê bû ku têda tekez li ser girîngiya alîkarî û hemahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê li navçeyên maddeya 140 ya destûrê kirin bo ku valahiya emnî dirust nebê û ji aliyê DAÎŞê ve wekî derfetek neyê bikaranîn. Di derbarê vê de Serok Macron hevra bû ku DAÎŞ hê jî metirsiyeke ciddiye û civaka navdewletî ya li rûbirûbûnê de berdewam dibê.”

Di daxuyaniyê de tê xuyakirin ku herdû serok li ser mijara korona û rewşa Êzdiyan jî sekinîne û wiha tê gotin “Pêşhatên dawî ya belavbûna Kovid – 19 li Fransa û Iraq û Herêma Kurdistanê û rêkarên rûbirûbûna wê, rewşa koçber û penaberan li wargehên Herêma Kurdistanê û pêwîstiya wan ya bi hevkarî û alîkariya civaka navdewletî û çawayiya vegerandina wan ya cihên wan, rewşa Êzdiyan li navçeya Şingalê û Krîstiyanên li Deşta Nînowa, ‌hilbijartinên paşerojê ya Iraqê, rewşa navxweya Herêma Kurdistanê, peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel welatên navçeyê û çend pirseke dinê girîng û hevbeş, beşeke dinê civînê bûn.”

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin