Ji sedî 42yê nûçeyên ku asteng bûne derbarê desthilatdar û derdora wê de ne

Ji sedî 42yê nûçeyên ku asteng bûne derbarê desthilatdar û derdora wê de ne

.

A+A-

Di navbera Çiriya Paşiyê ya 2019an û Çiriya Pêşiyê ya 2020an de hezar û 190 URL hatine astengkirin. 870 ji wan yên nûçeyan e. Di 12 mehan de 26 malperên nûçeyan asteng kirine.

Li gorî rapora çavdêriyê ya Free Web Turkeyê ya ji çavkaniyên vekirî berhev kiriye, di navbera Çiriya Paşiyê ya 2019an û Çiriya Pêşiyê ya 2020an de hezar û 190 URL hatine astengkirin. Ji sedî 42yên wan derbarê Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP), malbata wî şaredar û rêveberên heman partiyê de ne.

Rapor ji bo projeya Free Web Turkeyê tê amadekirin ku Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê vê projeyê bi rê ve dibe. Rapor bi ser navê “Dawiya Nûçeyan: Li Tirkiyeyê sansura înternetê” hatiye weşandin. Raporê naverokên ku hatine astengkirin bi awayekî tematîk diyar kiriye û her weha guhertinên qanûnî yên derbarê meydaya civakî de li gorî rîskan û zelalbûna platformên înternetê nirxandiye.

Raporê aşkere kiriye ku di vê demê de herî hindik hezar û 190 URL, navên malperan û parvekirinên li ser medyaya civakî asteng bûne.

870 ji van, nûçe ne. Hinek ji wan ji carekê zêdetir, astengî danîne ser 26 malperên nûçeyan.

Raporê diyar kiriye ku kesên biryaran didin, li gel nûçeyên derbarê desthilatdariyê de nûçeyên ku behsa sûcên li hemberî zarok û jinan hatine kirin jî dikin, asteng kirine û meyleke wiha derketiye holê.

Ji bo tevahiya raporê bitikîne

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin