Ji Rûsyayê daxuyaniya YPGê

Ji Rûsyayê daxuyaniya YPGê

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Verşînîn ragihand ku divê Kurdên li Sûriyê, digel Esedî bikevin danûstandinê.

A+A-

Cîgirê Wezirê Derve yê Rûsyayê Sergey Verşinîn, got, ji ber ku Amerîka xwe amade dike hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne, divê Kurdên li Sûriyê jî dest bi danûstandinê digel Esedî re bikin. Verşînîn, da zanîn ew piştgirê danûstandinên di navbera Şam û Kurdan in.

Verşnînîn pirsî ku 'Piştî ku Amerîka ji Sûriyê vekişiya, dê çi bibe?' û got ," Wexta li bakurêrojavayê Sûriyê, yekeyên biyanî neman, çareseriya herî baş ev e ku danûstandinek di navbera Esad û Kurdan de destpê bike. Kurd, beşek ji serhejmara Sûriyê ne. Em pirsgirêkên di navbera wan de dizanin. Lê bi ya min, bi danûstandinê dê çareseriyek were peydakirin."

Li aliyekî din, Berdevkê Serokê Rûsyayê Dmitry Peskov amaje li ser mafên Kurdan got: "Em endîşeyên Tirkiyeyê baş fêm dikin, lê belê ji aliyê din ve Kurd, bi sedan sal in li ser axa Suriyeyê dijîn û mafê wan e ku bijîn. Ji bo damezirandina Sûriyeya siberojê, divê ev mafê Kurdan were parastin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku, doh roja yekşemê li Şamê Serokê Sûriyê Beşar Esad qesta Kurdan û Rojavayê Kurdistanê kiribû û gotibû, "Amerîka ku hin kom baweriya xwe pê tînin, dê we neparêze û piştî vekişiyan jî we ji êrîşên Tirkan neparêze. Heke hûn welatê xwe neparêzin û amadehiyê bo berxwedanê nekin, dê bibin koleya Osmaniyan."

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin