Ji Rûpela Nû - Silavên me ji bo we!

Ji Rûpela Nû - Silavên me ji bo we!

Rûpela Nû, xwe berdewamiya Rojnameya Kurdistan, Jîn, Hawarê; berdewamîya hemû ked û berhemên rojnamegerîya doza azadîya Kurdistanê dibîne.

A+A-

 

Rûpela Nû dest bi jiyana xwe ya weşanê kir. Rûpela Nû wek rojnameyeke dîgîtal bi Kurdî û Tirkî weşana xwe dike. Mîzanpaja wê li gor rojnameyên hemdemî bi struktureke nûjen û fireh hatiye amadekirin. Fotogalerî û videogalerî îmkanên fotograf û vîdeoyan li Rûpela Nû siwar bike dide mirov.

Rûpela Nû, xwe berdewamiya Rojnameya Kurdistan, Jîn, Hawarê; berdewamîya hemû ked û berhemên rojnamegerîya doza azadîya Kurdistanê dibîne.

Rûpela Nû bi hemû etnîsîte û pêkhateyên civakî; bi misilman, xirîstiyan, cihû, êzidî, elewî, şiî û sunnîyên xwe ve, xwe dengê Kurdistan û Kurdîstaniyan dibîne.

Şewqa Rûpela Nû wê her tim li ser rûdawên neteweyî, civakî, aborî, cinsî, hawîrdor û hwd be.

Bi kurtî polîtîkaya weşanî ya Rûpela Nû ev e:

  1. Rûpela Nû bi Kurdî (Kurmancî, Kirdkî) û Tirkî derdikeve. Beşên Kurdî û Tirkî dê wek du malperên cûda bin. Dikare nivîsên muşterek jî hebin û yên cûda jî hebin.
  2.  
  3. Rûpela Nû cî dide hemû bûyerên ku Kurdistan û Kurdistanîyan eleqedar dike, polîtîka, aborî, perwerde, zarok, spor, huner, pîşe, hawîrdor, ekolojî û hwd. Lê li gor rewşê û îmkanan gav davêje û mijaran fireh dike.
     
  4. Rûpela Nû wek pirsa miletekî û welatekî li pirsa Kurd û Kurdistanê radiweste.
     
  5. Rûpela Nû di weşanên xwe de ferqê nake navbera etnîsîte, dîn û ayîn û mezheb, cinsîyet û tercîha cinsî, çîn û tebeqeyên civata Kurdistanê.
     
  6. Rûpela Nû cî nade heqaret û biçûkxistina dezgeh û şexsan.
     
  7. Rûpela Nû polîtîka xwe li ser dijminatîya tu hêzeke Kurdistanî ava nake, lê ji munaqeşeyên fikrî jî tu carî xwe nade alî û nareve.
     
  8. Rûpele nû li gor prensîb û berpirsiyarîya çapemeniya navneteweyî tevdigere.

Rûpela Nû dixwaze di jiyana weşanî ya Kurdistanê de rûpeleke nû veke. Em bangî ronakbîr, nivîskar, siyasetmedar, rojnamevan û hemû gelê xwe dikin ku bi deng û hêza xwe xwedî li Rûpela Nû derkevin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin