Ji Rihayê bo 97 welatan îsot hat hinardekirin

Ji Rihayê bo 97 welatan îsot hat hinardekirin

.

A+A-

Bazara îsotan a Rihaya Bakurê Kurdistanê ye. Li Rihayê îsot baharateke serekî ye ku mirov dikare bêje, bê îsot xwarin nayên xwarin. Li Rihayê ji bilî bikaranîna zêde, bazirganiya îsotê jî bûye sektoreke girîng û bo 97 welatan îsot hat hinardekirin.

Ji bajarê îsotan Rihayê, di şeş mehên destpêkê yên sala 2022an di serî de welatên Ewropa û Rojhilata Navîn, bo 97 welatan 2 hezar û 185 ton îsotên hişk hatin hinardekirin.

Dahata wê ya şeş mehan jî gihişte 5 milyon dolaran.

Serokê Meclîsa Borseya Bazirganiyê ya Rihayê Îsa Kizildemir dibêje “Îsotên me di nîvê salê de Almanya, Hollanda, Înglîstan, Îmarat, Erebistana Siûdî û temamê 97 dewletan metbexa wan bi tam dike.”

Serokê Meclîsa Borseya Bazirganiyê ya Rihayê dibêje, armanca wan a 2022an ew e; hinardeya xwe bikin du qat.

Îsa Kizildemir got jî “Ku tûjî û îsot bê gotin Riha tê aqilan. Îsotên Tirkiyê beşêke mezin li Rihatê tê çandin. Kompaniyên hinardekirinê îsotên me ji welan re hinarde dikin. Di sala pêşiya me de ez bawer dikim îsotên me dê hîn zêde metbexên dewletan bi tam bikin. Di demeke hindik de berhemên îsotan derkevin.”

Riha li ser asta Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê yek ji mezintirîn bajar e ku 883 hezar û 386 hektar erdên çandiniyê lê hene. Herwiha li ser asta Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê %42ê pembû, %38ê nîskên sor û %37ê fistiqan û %7.5ê genim li Rihayê tê berhemanîn.

Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin