Ji PYDê bo NY: Komiteya vekolînan bişîne Efrînê

Ji PYDê bo NY: Komiteya vekolînan bişîne Efrînê

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bang li Netewên Yekgirtî dike, komîteyekê ji bo vekolînan derbarê komkujiyan de bike bişîne Efrînê.

A+A-

Desteya Rêvebir ya PYDê di daxuyaniyekê de ragihand, operasyona leşkerî ya Tirkiyê li dijî Efrînê ketiye heftiya 3emîn û Tirkiye di topbaran û bombebarankirina welatiyên sivîl de berdewam e, ku di encamê de nêzîkî 150 welatiyên sivîl şehîd bûne û 350 kesên din jî birîndar bûne.

PYDê di daxuyanya xwe de bang li Netewên Yekgirtî kir, ku komîteke ji bo vekolînê li ser komkujiyên ji aliyê Tirkiyê ve li Efrînê bûne bişîne Efrînê û li gorî biryarên Encûmena Asayişa Navdewletî dest bi lêpirsînê bikin.

Herwiha PYDê di daxuyanya xwe de got, MÎTê Tirkiyê bajarê Kilîsê topbaran dike û di heman demê de dibêje ku ew êrîş ji aliyê Sûriyê ve hatine kirin, da ku wê wek bihane bigire dest û destêwerdana leşkerî bike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin