Ji Platforma Kurdên li Hamburgê bo Efrînê xwepêşandan

Ji Platforma Kurdên li Hamburgê bo Efrînê xwepêşandan

Platforma Kurdên li Hamburgê li ber avahiya TV- NDR ya Navendî ya Almanyayê û li ber Konsolosa Tirkiyeyê ya Hamburgê êrîşa Dewleta Tirkiyeyê ya li ser Efrînê protesto û rûreş kir.

A+A-

Daxuyaniya Paltforma Kurdên li Hamburgê:

"Platforma Kurdên li Hamburgê ji yekîtiya hezên her çar perçeyên Kurdistanê pêk te.Di xwepêşandana li ber TV- NDR ya Almanyayê de  elaqeyeke mezin hebû û Redektisyona TV- NDR bi taybetî ji me re elaqeyeke mezin nîşan dan û hemû dokumentên me hazir kiribûn girtin û di saet 19.30 an de nûçeyeke li ser xwepêşandana me çêkirin û belav kirin ku navê nûçeyê ( Heute Jornall ) te nas kirin hemû Alman wê programê gûhdar dikin.

 

Disa roja 01.02.2018an, me ji bona hemû partiyên Almanyayê ên ku di Parlementoyê de Fraktionên wan henê ( CDU, SPD, FDP, 90/ die Grüne û LINKS-Partei) Dosyayek hazir kir û wek bi navê Delegasyona Platforma Kurdên li Hamburgê me wan ziyaret kir û dosyaya xwe pêşkeşî wan kir. Bi awayekî kefxweşî em qebûl kirin.

 

Platforma me di roja 02.02.2018an de li ber konsolosê Tirkan xwepêşandanek li dar xist û êrişa li ser Efrinê û dagirkerİya Kurdistanê protesto kir. Li ser navê Platformê bi Almani, Kurdî û bi Tirkî axaftin hatin kirin.

 

Hemû çalekîyên me bi hawakî serkeftî derbasbûn.

 

 

Wek em hemû jΠdizanin, şer li hemû deran di serî de zarok û jin, dibe sedema kuştin û kareseta mirovî û wêrankariyê. Bêguman di Efrînê de jî wisa ye.

 

Êrîşa Dewleta Tirkîyeyê ya li ser Efrînê, êrîşeke dagirkerane ye, em vê êrîşê rûreş dikin.

Dewleta Tirkiyeyê li her deverên cîhanê li ser dijayetiya miletê Kurd iîyasetekê dimeşîne. Dewleta Tirkiyeyê dibêje em nahêlin li tu derê Kurd tu mafekî bidest bixin, em nahêlin Kurd li tu derê bibin xwediyê statuyeke siyasî.


Em wek Platforma Kurdên li Hamburgê bangî Dewleta Tirkiyeyê dikin:

*Dev ji vê siyaseta dijminane ya li hemberî miletê Kurd berdin.

*Êrîşa li ser Efrînê demildest rawestînin.

*Dev ji vî şerê li Bakur û Rojavayê Kurdistanê berdin. Li Bakurê Kurdistanê ji bo çareseriya siyasî ligel hemû partiyên Kurdan diyalogê destpê bike.

*Li Rojava û li Başûrê Kurdistanê bibe dostê miletê Kurd, rêzê li mafê çarenûsiyê û mafê bidestxistina mafên netewî û demokratîk ên miletê Kurd bigire.Dijayetî û dijminatîya gelê Kurdistanê ne karekî mirovane ye.

Êrîşa li ser Efrînê êrîşeke li dijî mirovahiyê ye; êrîşeke li dijî hemû miletê Kurd e. Em êrîşa li ser Efrînê rûreş dikin."

nimet3-001.jpgnimet4-001.jpgnimet5-001.jpgnmet2-001.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin