Ji Pentagonê daxuyaniya Hewlêrê û HSDê

Ji Pentagonê daxuyaniya Hewlêrê û HSDê

.

A+A-

 Wezareta Berevaniya Amerîkayê dibêje, lêkolînên li ser êrîşa Hewlêrê destpê kirine û amaje bi wê yekê dike ku ji mafê hêzên serbazî yê wî welatî ye berevaniyê li xwe bike. Wezareta Berevaniya Amerîkayê herwiha diyar kir ku hevkariya wan ligel Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) berdewam e.

Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê John Kirby di civîna rojnamevanî ya heftane de têkildarî rojevê daxuyanî da.

John Kirby ragihand ku lêkolîn derbarê êrişa mûşekî ya li ser Hewlêrê de destpê kir û Amerîka jî amade ye rola alîkar di lêkolînê de bileyze eger jê were xwestin.

John Kerbey got jî, ya baştir ew e çaverê bikin bizanin encamên lêkolînan dê çawa be û niha proseya wergirtina zanyariyan derbarê wê yekê destpê kiriye.

Berdevkê Pentagon tekez jî kir, ku ji mafê hêz û fermandarên Amerîka berevaniyê li xwe bikin û got jî, eger artêşa welatê wî bersiva wê êrîşê bide, ew bi xwe wê dem û cihê wê destnîşan bikin lê dê şêwirê bi hevbeşên xwe yê Iraqê bikin.

Kirby herwiha anî ziman li Iraq û Sûriyeyê operasyonên Amerîkayê hêj dewam dikin û ew li ser têkoşîna dijî DAIŞê hûr dibin û hevkariya wan ligel Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) berdewam e, û wiha pê de çû "Wek ku em demeke dirêj e dibêjin, têkbirina DAIŞê û rêya herî baş a têkoşîna dijî DAIŞê bi hêzên herêmî re hevkarî ye.  Armanca me ya sereke jî ev e.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin