Ji Pentagonê daxuyanî

Ji Pentagonê daxuyanî

Wezareta Bergîriyê ya Amerîka (Pentagon) aşkere kir, Amerîka, Brîtanya û Fransayê 3 binkeyên çekên kîmawî yên Sûriyê bi 105 mûşekan armanc girtin.

A+A-

Berdevka Pentegonê Dana White di konferanseke rojnamevanî de ragihand, “Ew êrîş ne ji bo guhartina rêjîma Sûriyê bû, lê rê nadin yasayên navdewletî e werin binpêkirin. Me bi serkeftin li hemû armancan da. Ev êrîş jî rewa ne.”

Berdevka Pantegonê amaje bi wê yekê kir: “Hîna hin jêrxaneya çeka kîmawî li Sûriyê mane, lê lêdana me bihêz bû.”

Herwiha got jî: “Ji belgeyên di destê me de ne bibawer in, rêjîma Sûriyê bi çekê kîmawî êrîşî Dûmayê kiriye.”

Ji aliyê xwe ve, general Kenneth F. McKenzie diyar kir, sîtemên bergîriyê yên Sûriyê 40 mûşek avêtin, li ti wan mûşekan  ti bandor li ser operasyona me nekir û ti mûşekeke wan jî nehat jinavbirin.

Herwiha got jî, vê êrîşê bernameya Sûriyê ya çekê kîmawî gelekî bi şûn v exist û di êrîşê de ti ziyan negihîşt sivlan.

Wek bersivekê li ser êrîşa kîmawî ya li ser bajarokê Dûmayê, destê sibeha îro, her yek ji Amerîka, Birîtanya û Frensa, çend bingeh û baregehên serbazî li Şama paytext û derdora wê bordûman kirin.

Artêşa Sûriyê jî ragihandibû, Sûriye bi nêzîkî 110 mûşekan hat armanckirin, lê sîstemên wê yên berevaniyê karîne piraniya wan mûşekan jinav bibin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin