Ji PAKê peyama spasîyê: Em spasîya hemû kesên ku di wefata hevalê me Feyyaz Ekmen de bûne hevparê xema me dikin

Ji PAKê peyama spasîyê: Em spasîya hemû kesên ku di wefata hevalê me Feyyaz Ekmen de bûne hevparê xema me dikin

.

A+A-

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik:
"Spas ji hemû partî,rêxistin, dezgeh , malbat û kesên ku ji bo wefata hevalê me Kek Feyyaz Ekmen bûne hevparê xema me

Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê, hevalê me, kek Feyyaz Ekmen roja 30.04.2021ê ji ber nexweşîya Covîd-19ê li Almanyayê ji nav me koç kir.

Piştî wefata kek Feyyaz, roja 03.04.2021ê li Almanyayê ji alîyê malbata kek Feyyaz Ekmen û PAKê ve merasîmeke xatir xwestinê hate li dar xistin.Di vê mersîmê de Alaya Kurdistanê li tabûta Kek feyyaz Ekmen hate pêçandin û li ser navê malbata Kek Feyyaz Ekmen û li ser navê PAKîyan endamê Meclîsa PAKê Sirac Kirici di heqê jîyan û têkoşîna kek Feyyaz Ekmen de axaftinek kir.

Roja 04.05.2021ê jî cenazeyê kek Feyyaz Ekmen ji Almanyayê gihîşte Êlihê(Batman). Bi hezaran kesên ku dixwestin beşdarî merasîma veşartina cenazeyê Kek Feyyaz Ekmen bibin, mixabin ji ber qedexeyên Covîd-19ê nikarîbûn beşdarî merasîmê bibin.
Lê dîsa jî di roja 04.05.2021ê de bi beşdarîya girseyeke mezin, cenazeyê kek Feyyaz Ekmen li Nevçeya Kercewsê ya Êlihê hate veşartin, mezelê Kek Feyyaz Ekmen bi Alaya Kurdistanê hate pêçan.

Li ser qebra kek Feyyaz Ekmen , endamê Meclîsa PAKê Eyup Alacabey mesaja Serokê Giştîyê PAKê xwend û di heqê jîyan û têkoşîna kek Feyyaz Ekmen de axaftinek kir. Li gel pandemîyê jî, malbata hevalê me li Kercewsê tazîyê danîn û girseyeke mezin beşdarî vê tazîyeyê bû.

Piştî ku qedexeyen Covîd-19ê rabe, di wexteke minasîb de, bi beşdarîya malbat, heval, nas û dostên kek Feyyaz û welatperwerên Kurdistanê dê merasîmeke taybet li ser mezelê kek Feyyaz bê li dar xistin.

Ez li ser navê xwe, li ser navê hemû rêveber, endam, alîgir û dostên PAKê spasîya gelê me, spasîya hemû partî, rêxistin, dezgehên sivîl, malbat û kesayetên ku beşdarî merasîma li Almanyayê û merasîma li Kercewsê bûne; bi seredan, peyam, telefon, parve kirin û daxuyanî û gotarên li ser sosyal medyayê bûne hevparê xem û êşa me dikim.

Kek Feyyaz Ekmen dê di dilê me de, dê di têkoşîna me de her bijî."
08.05.2021

Mustafa Özçelik
Serokê Giştî yê PAKê

1-141.jpg4-112.jpg2-148.jpgz-003.jpg5-087.jpgf-002.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin