Ji PAKa Batmanê bîranîna Helebceyê

Ji PAKa Batmanê bîranîna Helebceyê

Teşkîlata Batmanê ya PAKê di 30emîn salvegera Jenosîda Helebçeyê 16ê Adarê de bîranînek li dar xist. Di bîranînê de rêvebir, endam û dostên PAKê cih girtin.

A+A-

Serokê PAKê yê Şaxa Batmanê, bixêrhatin da mevanan û ji bo şehîdên Kurdistanê bi taybetî ji bo şehîdên Helebçeyê rêz hate girtin û sirûda netewî (Ey Reqîb) hate xwendin.

pak-1.jpg

Endamê PAKê Ahmet Orhan dîtin û ramanên xwe bi beşdarvanan re parvekir û daxuyaniya PAKê xwend.

Di daxuyaniyê de wisa hate gotin:

Jenosîda Helebçeyê bi dagirkirina Kerkûkê û bi êrîşa li ser Efrînê berdewam e

30 Sal berê di roja 16ê Adara 1988an de li Helepçeya Başûrê Kurdistanê rejîma Seddam Huseyinî, bi bombebarana kîmyewî zêdeyî ji 5000 kesî qetil kirin. Piraniya qurbaniyan zarok û jin û pîr bûn.

Li Helebçeyê ne bes 5000 hezar mirov; lê wîcdane mirohiyê jî şehîd ketibû. Ev ne bes qirêjiya Seddam Husênê faşîst û dîktator bû; herweha şerm û lekeyeke bû li êniya mirovahiyê jî.

Jenosîda Helebçeyê bi dagirkirina Kerkûkê û bi êrîşa li ser Efrînê berdewam e.

Tirkîye, Îranê, Iraq û Sûrîye, ji bo ku miletê kurd, gelê Kurdistanê tu maf û azadiyan bi dest nexe, ji bo ku li tu derê statuyeke siyasî bi dest nexe, bi plan û stratejiyên piralî , hevkariya xwe didomînin.

Û careke din birîna me ya kûr ya ku em bi destên xwe mala xwe xera dikin, dide der. Careke din, bêtifaqî, kurmê darê, lawaziya hişmendiya netewî, me ji ber deriyê serxwebûnê vedigerine.

Lê doza azadiya Kurdistanê berdewam e. Ne jenosîd û qetlîamên Helebçe û Enfalan, ne jî yên vê paşiyê li dar ketine, nikarîbûye rê li ber doza azadiya Kurdistanê bigire û ji îro pê de jî dê nikaribe rê li ber azadî û serxwebûna Kurdistanê bigire.

Em ê vê birîna xwe ya dîrokî ya bêtifaqiyê jî bi tifaq û hişmendiya netewî bipêçin û em ê miheqeq bi serkevin.

Em di 30êmîn salvegera jenosîda Helebçeyê de, vê jenosîdê rûreş dikin.”

Piştî xwendina daxuyaniyê her wuha di heman rojê de (16.03.1978) welatperwerê kurd Hamît Akıl û şeş xwendevanên çepgir ên tirkan ku li ber û Zanîngeha Stenbolê bi erîşeke bombeyî û çekdarî ya faşistan hatin qetilkirin bi rêzdarî hatin bibîranîn.

Dûvre belgefilmek bi navê "Dîroka Me-Jenosîda Helebçe" hate temaşekirin.

Seydayê Gurdîlî dîtin û ramanê xwe pêşkeşî bêşdarvanan kir û helbestek xwe ku ji bo Helebçe hatibû nivîsandin xwend û ji bo amadekariyê sipasiya xwe ji PAKê re kir.

Xortekî binxetî pir bi hestiyarî helbesteke ku wî nivîsandibû xwend .

Nivîskar M.Sait Temel pirtûkên xwe yên çapkirî diyarî beşdarvanan kir.

Bîranîn bi pirs û bersivan û bi berhemdar bi dawî bû.

pak-batman-3.jpgpak-2-batman-2.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin