Ji PAK û PSKyê Li Amedê Bibîranîna Mele Mistefa Barzanî yê Nemir

Ji PAK û PSKyê Li Amedê Bibîranîna Mele Mistefa Barzanî yê Nemir

PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê) û PSK (Partîya Sosyalîst a Kurdistanê) 7ê Adarê serokê nemir Mele Mistefa Barzanî bibîrtînin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê) û PSK (Partîya Sosyalîst a Kurdistanê) 7ê Adarê serokê nemir Mele Mistefa Barzanî bibîrtînin.


 

Bibîranîn bi organîzasyona PAK û PSKyê di roja 7ê adara 2020an, li Odeya Bazirganî û Pîşesazîyê ya Diyarbekirê di seet 14.00an de destpê dike.


 

Moderatorîya Bibîranînê dê endamê Komîteya Birêvebir a Navendî ya PAKê Hanîfî Turan bike. Nivîskar û lêkolîner Seîd Veroj û dîroknas, lêkolîner Kerem Serhatli wek axaftan dê beşdarî Bibîranînê bibin.


 

Di bibîranînê de sînevîzyoneke di derheqê jîyana serokê nemir Mele Mistefa Barzanî de wê bê nîşandan.

 

 

1-002.jpeg

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin